Li Wanê di dema vekirina rê de aşût ket

24-02-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Aşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Miksê ya parêzgeha Wanê di dema kar û xebatên vekirina rêyan de aşût ket û tîmên vekirina rêyan karê xwe rawestand.

Li parêzgeha Wanê zivistana dijwar berdewam e û li cihên bilind stûriya berfê gihiştiye nêzîkî 5 metreyan.

Li Girê Timisê yê navçeya Miksê dema tîmên girêdayî Şaredariya Wanê dixwest bi makîneyên kar berfê paqij bikin û rêyan vekin aşût bi ser wan de hat û ji ber vê yekê wan karê xwe rawestand.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyarî da ku li çend parêzgehan barîna berfê berdewam e û ku yek ji wan jî parêzgeha Wanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Komeleya Karsaz û Sanayikarên Başûrrojhilat li Amedê daxuyanî da / Wêne: Rûdaw

Karsazên Kurd piştgiriya xwe ji bo pêvajoya nû ragihand

Şahîsmaîl Bedîrhanoglu diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin