'Eger mamoste bibe belênder dê çarenivîs jî kavilkarî be'

Mereş (Rûdaw) – Li herêmên erdhejê li aliyekî lêkolîn pişkinîna avahiyan tê kirin li aliyê din jî kesên ku kesên ku di çêkirina avahiyan de kêmasî kirinê têne desteserkirin. Welatî Kamîl Kuyukazan ku di erdhejê de 12 merivên jî canê xwe ji dest dane diyar kir ku belênderê avahiyên wan momoste ye û got Eger mamoste bibe belênder dê çarenivîs jî kavilkarî be

Şîşên hesinî, çîmento û her tiştê di avakirina binyatê van herifteyên pêştir avahiyên niştecîbûnê de hatine bikaranîn, têne derxistin û pişkinînkirin, daku sedemên heriftna wan bêne diyarkirin.

Endamê lijneya pişknîna avahiyan Metîn Ustunc dibêje “Em ji aliyê dadgeha Kartalê ya Stenbolê ve hatine erdkdarkirin. Em nimûneyên beton û hesinên van avahiyan werdigrin ku li vir herifîne. Ev dê bo pişîkinînê bêne şandin û piştre çarenivîsa van avahiyan dê diyar bibe. Heta niha me ji bo nêzîikî 300 avahiyan kiriye û emê hewl bidin heya ku wan hemûyan temam bikin berdewam bin.”

Piştî wê kavilkarîya erdheja ku di 6ê Sibatê de çêbû de, hikumeta Tirkyê biryar daye 380 hezar avahî bêne pişkinînkirin.

Di encama erdheja 6ê Sibatê li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hikûmetê biryar daye 50 hezar xanî û avahî bêne rûxandin ji ber ku bi kêrî jiyanê nayên. Bi şêweyekî ku 11 hezar avahî ziyanên navencî lê ketine, 99 hezarên din jî ziyanên biçûk lê ketine, nêzikî 180 hezar avahiyên din jî saxlem jê derketine.

Parêzgehên ku herî zêde erdhejê ziyan danê li Dilokê 12 hezar, Hatayê 11 hezar, parêzgeha Mereş 10 hezar û tenê li navenda Mereşê hezar û 600 avahî yan herifîne yan jî bi kêrî jiyanê nayên.

Li gor biryara Hikûmeta Tirkiyê herkesê xemsarî di avakirina avahiyan de kiribe, dê bê sizadan. Lê sizadan jî agirê dilê kesûkarên qurbaniyan venamirîne.

Welatiyê bi navê Kamîl Kuyukazan ku 12 endamên mala di erdhejê de canê xwe ji dest dane, li hember kavilên avahiya ku hilweşiyaye runiştiye ku xwişka wî tê de jiyana xwe ji dest dabû û wê di bin kavilan de bi gustîla tiliya wê de naskiriye.

Kamil Kuyukazan ê ku 12 merivên wî di erdhejê de mirine bi gazin dibêje ku belênderê avahiyên wan mamoste bûye û eger avahî bê çavdêrî bêne avakirin, dê çarenivîs kavilkarî be.

Kesukarê Qurbaniyan Kamil Kuyukazan got “Kêmasî li cem belênderan jî heye, li şaredariyan jî heye. Nabe şaredarî moletê bide wan aliyên ku kêmasî tê de hene. Eger tedbîrên pêdivî hatibana wergirtin, ti kavilkariyeke wiha çênedibû. Her kesê bê pêşiya te, tu bibêjî were avahiyan ava bike dê encam wiha be. Kesê ev navçe ava kiriye mamoste ye, birayê min ev ne karê te ye, tu here karê xwe bike, tu karê xwe nekî, dê wisa lê bê.”

Di çarçoveyê van lêkolînan da heta niha bi dehan belênder û xwediyê projeyên niştecîbûnê yên parêzgehên zerer pêketî  hatîne desteserkirin û piştî temambûna encaman dê bo raya giştî bêne ragihandin.