Li Sineyê mamosteyekî zimanê Kurdî hat desteserkirin

24-02-2023
RÛDAW
Nîşan Sine Nojîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên Îranê li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, mamostayê zimanê Kurdî Umêd Muşîrpenayî desteser kirin.

Encûmena Çandê ya Nojînê îro Înê di daxuyaniyekê de ragihand, mamostayê zimanê Kurdî ji ber ku bi Kurdî bersiva pirsên îstixbarata Îranê daye, hatiye desteserkirin.

Îtlaata Îranê mamosteyê zimanê Kurdî û endamê Encûmena Çandê ya Nojînê Umêd Muşîrpenayî li bajarê Sineyê desteser kirin.

Li gor daxuyaniya Encûmena Çandê ya Nojînê, Umêd Muşîrpenayî ku roja Pêncşemê ji bo îfadeyê bo navenda îstixbarata Sineyê hatibû gazîkirin, ji ber ku Umêd bersiva pirsên hêzên ewlehiyê ne bi Farsî bi Kurdî daye, hatiye desteserkirin.

Encûmena Çandê ya Nojînê ragihand ku wan agahiyek ji endamên xwe wernegirtine û çarenivîsa wî ne diyar e.

Berî 5 mehan 7 endamên Encûmena Çandê ya Nojînê Azad Ebasî, Sirwe Rehmanîpûr, Waran Mihemednejad, Îdrîs Minbarî, Seywan Îbrahîm, Soma Pûrmihemedî, Sirwe Pûrmihemedî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibûn desteserkirin û piştre bi şertê kontrola edlî hatibûne berdan.

Encûmena Çandê ya Nojînê di sala 2010an de hate damezrandin, rêxistineke ku ji kursên ziman bigire heta çalakiyên çandî yên têkildarî ziman û çanda Kurdî gelek çalakiyan li dar dixe.

Zara Mihemedî ya endama Encûmena Çandê ya Nojînê a ku navenda wê li Sineyê ye berî 2 salan hatibû girtin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, lê berî Zara Mihemedî berî 2 hefteyan hat berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst