Ji bin kavilan 78 kîlogram zêr hatine derxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê canteyekî kemberên zêr ji bin kavilê avaiyeke hilweşiyayî hat derxistinû bo rêveberiya ewlekariyê hat radestkirin. Li gor zanyariyan ew zêr yên zêringirek navder ên Mereşê ne û 78 kîlogram in.
Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an li navçeyên erdhejê karûbarên rakirina kavilan destpêkirin.
Li parêzgeha Mereşê ku navenda herdû erdhejan bû karûxebatên rakirina kavilan berdewam in.
Li gor zanyariyan li Mereşê di dema rakirina kavilê avahiyekê de operatorekê makîneya kar çanteyek tije ji kemberên zêr dibîne.
Li ser agahdarkirinê hêzên ewlekariya Mereşê çûn cihê bûyerê û zêr piştî girtina girtenameyan bo polîsan hatin radestkirin.
Dîmenên derxistina wan zêran hatin tomarkirin û li ser medyaya civakî hatin belavkirin.
Li gor zanyariyan ew zêr derdora 78 kîlogram in û yên zêrîngirê navdar ê Mereşê Îbrahîm Zabun in.
Hatiye raginadin zêrîngirê navborî li avahiya Pentapark a Merêşê rûdinişt ku piştî erdhejê bi temamî hilweşiyaye û nayê zanîn ku bi xwe ji bin kavilan rizgar bûye yan na.
Li gor zanyariyan nirxê her kembereke zêr derdora 10 hezar dolar e û Îbrahîm Zabun zêr didan zêringirên navçeyê jî.
Hatiye diyarkirin ku zêr niha li Rêveberiya Ewlekariya Mereşê tên ragirtin, eger Îbrahîm Zabun bi xwe xwedî lê derbikeve dê jê rê bên radestkirin, eger bi xwe nebe jî dê bo mîratxwerên wî bên dayîn.
Maraş'ta enkaz altında bir valiz dolusu altın kemer bulundu.
— Avatoday Türkçe (@AvatodayTurkce) February 22, 2023
Altınların sahibinin kim olduğu bilinmezken, her bir kemerin 10 bin dolar değerinde olduğu düşünülüyor. pic.twitter.com/oSglqXUBqq
Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereşê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, yên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes.
Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) di amarên dawî de ragihand ku heta niha di erdheja Mereşê de li wan 11 parêzgehan zêdeyî 43 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyê Murat Kurum roja Çarşemê 22ê Sibata 2023an ragihand wan kontrola 1 milyon û 188 avahiyên parêzgehên li herêma erdhejê temam kirine ku 4 milyon û 371 beşên serbixwe li xwe digre û gotibû “156 hezar avahiyên ku di erdhejê de xisarên mezin dîtine, dê bên hilweşandin.”