Baroya Amedê: Dadgeh ji biryara xwe ya rawestandina proseya hilweşandina avahiyan vegeriya

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî serlêdana Baroya Amedê proseya hilweşandina ew avahiyên ku li parêzgeha Amedê di erdhejê de zerer dîtine hatibû rawestandin, lê Baroya Amedê di daxuyanike nû de ragihand ku  dadgeh ji wê biryara xwe vegeriyaye.

Di erdhejên 6ê Sibata 2023an de li parêzgeha Amedê 1 jê vala 7 avahî hilweşiyabûn. Di encama karûbarên destnîşankirina zereran de hat ragihandin ku zerereke giran gihiştiye hezar û 620 avahiyên li Amedê û hezar û 803 avahiyan jî zereke navendî gihiştiye wan.

Bi biryara tîmên Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê derbarê 71 avahiyan de biryara hilweşandina bilez hatibû dayîn û heta niha 3 ji wan bi temamî hatine hilweşandin.

Baroya Amedê ji bo ku avahiyên zerer dîtine, di warê yasayî de nebin sedema windakirina mafên qurbaniyan, ji bo rawestasndina prosoeya hilweşandina wan avahiyan serî li Dadgeha Amedê dabû.

Baroya Amedê roja Pêncşemê 23ê Sibata 2023an bi daxuyaniyekê ragihandibû, Dadgehê Amedê ev daxwaza wan qebûl kiriye û biryar daye ku proseya hilweşandinê heta ku Komîsyona Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê karûbarên destnîşankirina delîlan temam dikin bê rawestandin.

Baroya Amedê piştî vê daxuyaniya xwe heman rojê di daxuyaniyeke din de ragihand ku ew bi rêya sîstema online ji aliyê dadgehê ve hatine agahdarkirin ku dadgehê ev biryar bi xeletî daye û ji biryara vegeriyaye.

Baroya Amedê diyar kir ku dadgehê ew biryar ji derveyî demjimêrên dewamê daye û got: “Em vê rewşê ji bo serbixweyî û bêalîbûna darazê nîgarenker dibînin û biryarê û nirxandina wê bo wijdana gel dihêlin.”

Baroya Amedê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Daraza serbixwe û bê alî, Dadgeha 1emîn a  Sulhê ya  Amedê biryar dabû ku weke tedbîr li Amedê hilweşandina avahiyên ku zerer gihiştine wan bê rawestandin û ew biryar ji aliyê baroya me ve hatibû belav kirin. Lê piştî ku dewam temam bû, me zanî ku li ser sîstema online hatiye diyarkirin ku ev biryar bi xeletî hatiye dayîn û bi hinceta ku di derbarê vê mijarê de dadgehên pêdivî û erkdar nîn in biryara vegerê ji wê biryarê hatiye dan. Destpêkê ji bo ku delîl bên   destnîşankirin, wek tedbîr di biryara rawestandina proseya hilweşandinê  de ti dûdiliyeke yasayî nîne. Rewşa berovajî vê wate berdewamiya hilweşandinê dê daxwaza destnîşan kirina  delîlan bê mijar bihêle. Tişta ku di esasê xwe de li cem me bûye sedema nîgeraniyê ji bilî nirxandina hiquqî ya biryarê, piştî belavkirina biryarê li ser medyayê ji aliyê me ve, biryara vegera ji biryarê  derveyî demijimêrên dewamê hatiye dayîn. Em vê rewşê ji bo serbixweyî û bêalîbûna darazê nîgarenker dibînin û biryarê û nirxandina wê bo wijdana gel dihêlin.”