Nêçîrvan Barzanî roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir

24-02-2022
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Kurdistanê Hilbijartin Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Komîsyona Hilbijartinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi biryarekê roja 1ê Cotmeha 2022 wek roja lidarxistina hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar kir.

Di daxuyaniyekê de Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, îro fermana herêmî ya ji bo destnîşankirina roja hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Herêma Kurdistan-Iraqê îmze kir û biryar da roja 1 Cotmeha 2022 hilbijartin bê kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye, “Li gor yasaya hejmar 1 a sala 2005, yasaya Serokatiya Herêma Kurdistan-Iraq, roja 01/10/2022 wek roja pêkanîna xula şeşemîn a hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatiye destnîşankirin.”

Li gor fermanê, divê aliyên peywendîdar, wek; parlamento, hikûmet û Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê, dest bi rêkarên pêwîst ên birêveçûna proseya hilbijartinê bikin.

Şandeke Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 13ê vê mehê li ser pirsa hilbijartin, rêkxistina peykera komîsyonê û reşnivîsa destûrê, serdana aliyên siyasî kir.

Firoksiyonên Parlamentoya Kurdistanê roja 10ê vê mehê boçûnên xwe li ser komîsyon, yasaya hilbijartinê û nivîsandina destûrê, radestî Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kirin. Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê jî dê rojekê ji bo civîna li ser vê mijarê diyar bike.

Heyama yasayî ya xula niha ya Parlamentoya Kurdistanê roja 11/06/2022, bi dawî tê û hemû alî jî daxwaz dikin hilbijartin di dema xwe de û di meha Îlona îsal de birêve biçe, lê heta niha li ser vê mijarê rêkeftinek pêk nehatiye.

Li gor yasaya hilbijartinê, divê roja 30ê Îlona 2022, hilbijartina xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê bê kirin, eger alî li ser vê mijarê bigihijin rêkeftinê, komîsyonê pêdivî bi 6 mehan dibe bo amadekariyên hilbijartinê.

Berdevkê komîsyonê Şêrwan Zirar jî dibêje, divê komîsyona hilbijartinê heta 31ê Adarê ji bo wê erkê bê raspardin, eger na hilbijartin di dema xwe de nayê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst