Piştî 24 salan zarokê wan çê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li nehya Qeladizê ya Silêmaniyê hevjînên Kurd Amîne û Mihemed piştî 24 salan bûn xwedî zarok.

Amîne Hisên û Mihemed di sala 1997an de zewicîn û piştî 24 salan zarokê wan çê bû.

Amîne ji Rûdawê re axivî û got “ Ez di sala 1997an de bi hevjînê xwe Mihemed re zewicîm. Lê heta duh jî ti kes tinebû ku ji me re bibêje dayê bavo. Xwedayê mezin keçeke pir xweşik kire nisîvê me û ez pir kefxweş im.”

Malbat hê tu navek li zaroka xwe dananîne, dibêjin di dema zayînê de Dr. Awad gelek bûye alîkar û jê dixwazin navek lê deyne.

Dr Awad yê ku di dema ducaniyê kontrola Amîne dikir dibêje zayîn bi niştergeriyê pêk hatiye û piştî zayînê rewşa dayîk û zarokê baş e.

Herwiha Amîne diyar kir ku “Ez ti carî neketim bêhêviyê. Min li Silêmaiyê, Ranya Qeladizê serdana gelek bijîşkan kir. Niha jî daxwaza min pêk hat û ez pir keêfxweş im. Ez ji Xwedayê mezin dixwazim, kesên ku zarokên wan çênabin, xwedê bike nisîvê wan înşellah.”

Di civaka kurdan de kesên ku zarokên wan çênabin carna rastî zextan tên.

Amîne û Mihemed li Herema Kurdistanê bûn hevjînên duyem yên ku piştî demeke dirêj zarokên wan çênedibûn.

Peytexta Herema Kurdistanê Hewlêrê jî meha borî piştî 24 salan Edîbe û Kakil bûbûn xwedî zarok.