Yunan: Bila Ayasofya ji nû ve bibe muze

24-02-2021
RÛDAW
Nîşan Ayasofya Yunan UNESCO Netewên Yekbûyî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîre Derve yê Yûnanê Nikos Dendias  ji bo mizgefta Ayasofyayê ya li Stenbolê  got divê statuya muzeyê dîsa were dayîn.

Dendias di Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi rêya vîdeo konferansê got “Ez dixwazim li ser mijarek ku ji bo Yunanê girîngiyek taybetî heye bisekinim, bi tevahî rêzgirtina mafên çandê. Hemû welat pergala siyasi, aborî û çanda wan çi dibe bila bibe ji guherîna rewşa bîrdarî ya çandî dûr bikevin.”

Dendias xwest Ji bo ku statuya bîrdarî bê guhertin divê di serî de erêkirina civakên têkildar bê stendin, saziyên wek NY û UNESCO jî divê agayî bide aliyên têkildar û wiha berdewam kir “Li gel tiştên din, ez guhertina Ayasofyayê bo mizgeftê qest dikim. Ev li dijî rêzgirtina ji mîrata çandî ye. Em, bi rêxistinên navdewletî û saziyan re daxwaz dikin ku ev bîrdarî li statuya xwe ya berê were vegerandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst