Li Mûş û Îdirê 14 endam û alîgirên HDPê hatin girtin

24-02-2021
RÛDAW
Nîşan HDP Mûş Îdir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mûş û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê 14 endam û alîgirên HDPê bi tohmeta hevkarîkirina PKKê hatin girtin.

Hêzên ewlekariyê yên parêzgeha Mûşê roja Sêşemê 23ê Sibata 2021ê di operasyonekê ku navenda wê Mûş bû û li 7 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê birêve çû, bi tohmeta endamên rêxistina ciwanên ser bi PKKê ne 27 endam û alîgirên HDPê desteser kirin.

Piştî bidawîbûna lêpirsîn û lêkolînan her 23 kesên desteserkirî hatin dadgehkirin, piştî wergirtina îfadeya wan, 17 kes bi merc hatin azadkirin, 6 kes jî bi tohmeta hevkarîkirina PKKê hatin girtin û bo girtîgehê hatin şandin.

Heman rojê li parêzgeha Îdirê hêzên Fermandariya Cendirmeyan di çarçoveya operasyona terorê de bi ser çend navnîşanan de girtin û 8 endam û alîgirên HDPê desteser kirin.

Piştî li Fermandariya Cendirmeyan îfadeya wan hat wergirtin, 8 kesên desteserkirî bo dadgehê hatin şandin û bi tohmeta hevkarîkirina PKKê hemû hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst