Osman Baydemîr: Başûrê Kurdistanê hêviya bi milyonan Kurdan e

24-02-2020
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Osman Baydemîr Hikûmeta Kurdistanê Siyasetmedarê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û siyasetmedarê Kurd tekezî li ser “girîngiya xebata aştîxwazane ya gelê Kurdistanê” kirin. Herwiha Baydemîr ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê cihê hêviya bi milyonan Kurdan e.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê, pêşwazî li siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di civînê de Mesrûr Barzanî û Osman Baydemîr, tekezî li ser girîngiya xebata atşîxwazane ya gelê Kurdistanê kirin.

Herwiha hatiye belavkirin, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber “piştgîrî û helwestên wî yên nîştimanperwerane” spasiyên xwe pêşkêşî Osman Baydemîr kirine û hêviya serkevtinê jê re xwestiye.

Herwiha Osman Baydemîr jî di civînê de, behsa wê kir ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê cihê hêviya bi milyonan Kurdan e” û diyar kiriye, “ji ber wê yekê pêwîst e tevahiya aliyan piştgiriya hikûmetê bikin da ku bikaribe karnameya reforman cîbicî bike.”

Siyasetmedarê Kurd û parlamenterê berê yê HDPê Osman Baydemîr ku duh serdana Parlamentoya Kurdistanê kiribû, berî niha jî li gel Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst