Amerîkayê pîrozbahî li wergira Xelata Şîfa Gerdî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê, Steve Vagen bi boneya wergirtina duyemîn Xelata Şîfa Gerdî ya salane, pîrozbahî li peyamnêra kanala CNN Arwa Damon kir.

Steve Vagen di peyama xwe ya pîrozbahiyê de dibêje: “Arwa ev xelat ji ber rûmalkirina berdewam a şer li Sûriyê û herwiha wek pêzanîn li hember wêrekî û rihê mirovahiyê ya di kar û raportên xwe de wergirt.”

Arwa Damon, rojnamevan û peyamnêra tora medyayî ya navdar a Amerîkî CNN ye.

Komîteya Hilbijartina Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî, ji bo sala 2020, ew rojnamevana Amerîkî hêja dît û roja 22ê Sibatê di merasimeke mezin de li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, ew xelat ji aliyê Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert ve pêşkêşî wê hat kirin.

Di merasimê de, ji bilî hejmareke zêde ya rojnamevanan, gelek konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê û çendîn rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.

Bavê Arwa Damin, George Damon xelkê Amerîkayê ye û dayika wê Jumane Berazî Damon xelkê Sûriyê û Kurd e.

Bapîrê wê û bavê dayika wê, Muhsin Berazî kesatiyekî diyar ê Kurdên Sûriyê bûye û di sala 1949an de bûye Serokwezîrê Sûriyê, lê her heman salê di encama kûdetayeke leşkerî de hatiye kuştin.

Bavê dayika wê her wek ji paşnavê wê ve xuya ye, ji eşîra Berazî ye û li bajarê Hemayê ji dayik bûye. Eşîra Berazî, eşîreke mezin a Kurdan li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye.

Arwa Damon bixwe jî dibêje, ku ew ji dayikeke bi esil Kurd ji dayik bûye.

Piştî şehîdbûna rojnamevana navdar a Kurd Şîfa Gerdî di sala 2017an de, Tora Medyayî ya Rûdawê xelateke salane li ser navê Şîfa Gerdî dide rojnamevaneke serkevtî ku di eniyên şer de bi wêrekî rûmala bûyeran kiribe.

Herwiha di merasima dayîna xelatê de, ew rojnamevan jî tên bibîranîn ku di rêya karê xwe yê rojnamevaniyê de canê xwe ji dest dane yan bêserûşûn bûne.