Şelal Gedo: Civîna ENKS û Çavuşoglu şaş nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li nav Opozisyona Sûriyê Şelal Gedo derbarê hevdîtina şanda ENKSê ya ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de ragihand ku wan di civîna xwe te ti şaşiyek nekirine û çend peyamnên xwe gihandine Tirkiyê

Endamê ENKSê Şelal Gedo ji Rûdawê re ragihand, şanda ENKSê di civîna xwe ya ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê de  ti şaşiyek nekiriye, di wê hevdîtinê de şandê peyama xwe gihandin Tirkiyê û jê xwestiye, ku demografya navçeyên Kurdî neyê guhertin.

Şela Gedo diyar kir ku wan di civînê de daxwaz ji Çavuşoglu kirine ku  koçberên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê vegerin malên xwe û zilm û kiryarên çekdar raweste.

Gedo dibêje eger ji dest Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) were, ew jî dê hevdîtinan ligel Tirkiyê pêk bîne.

Endamê ENKSê herwiha dazanîn, ku  ew bi aliyekî siyasî re civiyane ku rola wê li Sûriyê heye û got: “Lê PYDê di dema xwe de çend caran ligel îstîxbarata Tirkiyê MÎTê civiya ye.  Eger PYDê niha jî bi berpirsên Tirkan re bicive, dê karekî baş be, ji bo ku şer li navçeyên Kurdî dernekeve û welatiyên Kurd koçber û derbeder nebin.”

Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê roja 19ê Sibatê serdana Tirkiyê kiribû û li Enqerê li gel Wezîrê Derve yê wî welatîMevlut Çavuşoglu civiyabû.

Li ser wê hevdîtinê, Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, “armanca ji hevdîtina ENKS û Çavuşoglu têkbirina însiyatîfa yekîtiya niştîmanî ye” û “bandoreke neyênî” li destpêşxeriya Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike.

Desteya Serokatiya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihandibû, civîna wan a li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Chavuşoglu “di çarçoveya hewlên wan ên jibo çareserkirina pirsa Kurd û kêmkirina êş û azarên gelê Kurd li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê de” bûye.