URMIYE – Zirarên herdu erdhejên li Kela Xwê diyar bûn

24-02-2020
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kela Xwê (Xoy) Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama du edhejên li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê de 104 kes birîndar bûne û zirar gihîştiye 1000 xaniyên 43 gundên ser bi bajarên Kela Xwê (Xoy) û Selmasê.

Roja bihorî du erdhejên mezin bi hêza 5.7 û 5.9 pileyên Rîxter devera Kotol a ser bi bajarê Kela Xwê ya parêzgeha Urmiyê hejandin.

Erdhej li bajarên Selmas û Tewrêzê hat hestpêkirin û di encama erdhejê de elektrîk û torên telefonê li devera Kotolê qut bûn. Herwiha li bajarê Selmasê jî elektrîk qut bû û welatî ji tirsa ji malên xwe derketin û şevê li derve man.

Seroka Fakulteya Zanistên Pizîşkî ya Kela Xwê, Fatima Muqedem ragihand, di encama herdu erdhejan de 104 kes birîndar bûn, ku 85 kes ji wan çareseriyên destpêkê wergirtin û 19 kes jî hêj li nexweşxaneyê ne.

Rêveberiya Kontrola Krîzan a Urmiyê jî diyar kir, 1000 malên welatiyan li 43 gundan ji % 10 heta % 100 zirar dîtine.

Li gor rayedarên parêzgehê, di encama erdhejan de zêetir ji 500 ser pez û dewarên xelkê jî mirar bûne.

Serokê Hevya Sor a Parêzgeha Urmiyê, Seîd Rehber Sore jî ragihand, ku 875 çadir, 4 hezar betanî, 1000 paketên kelûpelên xwarinê li gel amûrên germkirinê li ser xelkê zirardîtî hatine belavkirin.

Li aliyekê din, Parêzgarê Urmiyê Mihemed Mehdî Şehriyarî ji bo şopandina rewşa deverên edhejlêdayî û awayê gihandina alîkariyan bo xelkê, serdana deverê kiriye.

Li gor rayedarên parêzgeha Urmiyê, ji bilî herdu erdhejên mezin, heta niha 60 erdhejên biçûk jî li deverê rû dane.

Erdheja li Rojhilatê Kurdistanê, bandor li Bakurê Kurdistanê jî kir û li navçeya Elbakê ya ser bi parêzgeha Wanê bû sedema zirarên canî û madî. Li gor agahiyan, li Elbakê û gundên derdora wê, 9 kesan di encama erdhejan de canê xwe ji dest dan û bi dehan xanî û avahiyên welatiyan jî hilweşiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst