Li Amedê ji bo pêvajoya çareseriyê pêngavek

24-02-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan DÎTAM Pêvajoya Çareseriyê Amed Kurd
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM), di bin banê "Tora Civakî ya Aştiyê" de ji 15 bajaran rewşenbîrên kurd, tirk, ereb û ermen li Amedê civand û pirsgirêka kurd da nîqaşkirin.


Li gorî rêveberên DÎTAM'ê civînên wiha berfireh ji bo avakirina bingeha aştiyê girîng in û ew dê civînên xwe yên wiha berdewam bikin.


Derbarê mijarê de Rêveberê DÎTAMê Sedat Yurtdaş ji Rûdawê re wiha got: “Li dora 2 salan e ku ji bo aştiyê saziyên herêmê û Tirkiyeyê em tên ba hev û diaxivin. Ev civîna dawîn e. Di vê civînê de ji her derê Tirkiyeyê, ji gelek saziyên cur bi cur hatine. Îro her çiqas rewşek awarte jî hebe lê dîsa jî kesên ku di dilê wan de ji bo aştiyê, çareseriyê hin ar pêdikeve, hestiyariyeke mezin heye, dixwazin biaxivin. Ev dide nîşan ku di civînê de ji bo aştiyê, ji bo çareseriyê hêzeke pir xurt a bingehîn heye.


Bi rastî pêvajo rasterast li pey hev nameşe. Her carê tiştekî din diqewime. Lê çiqas şer jî hebe, nakokiyên kûr jî hebin, lîstikên mezin jî hebin, dawiya dawî dê her mesele bi aştiyê, bi siyasetê û bi demokrasiyê çareser bibin. Ji bo vê yekê jî divê saziyên sivîl hertim amade bin.”


Di civînê de aktivîstê navneteweyî Akin Bîrdal jî amade bû. Li gorî baweriya Bîrdal, heta ku dewletên mezin ên cîhanê li Rojhilata Navîn rol û mîsyona xwe zelal nekin, dê şer û pevçûn berdewam bike û pêvajoyeke nû ya çareseriyê jî dê pêk neyê.


Aktivîstê Mafê Mirovan Akin Bîrdal jî wiha axifî: “Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka kurdan e. Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê jî. Bû pirsgirêka me hemûyan. Hem bû pirsgirêka me û hem jî bû pirsgirêka hemû herêmê. Hemû hêzên emperyal Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn dikin. Heta ku ev dîzayn neqede, bawer nakim ku pêvajoyeke din a aştiyê pêk bê.”


Yek ji beşdarên civîna aştiyê jî nivîskar Alî Bayramoglu bû. Wî jî bal kişand ku pirsgirêka kurd êdî berfireh bûye û çareserkirina vê pirsgirêkê jî ji ber vê berfirehbûnê zehmetir bûye.


Nivîskar Alî Bayramoglu diyar kir ku niha qet ne rasteqîn e ku pêvajoyeke nû ya çareseriyê pêk bê û wiha pê de çû: “Çarçoveya pirsgirêka kurd gelek mezin bûye. Niha Iraq û Sûriye êdî perçeyekî vê pirsgirêkê ye. Tevgera kurd li wan deran jî heye. Ji ber vê yekê niha pirsgirêkeke wiha heye. Bi ya min heta ku çareseriyeke navneteweyî ji vê pirsgirêkê re neyê dîtin, li vir jî dê çareseriyeke neteweyî ya pirsgirêka kurd pêk neyê. Pêvajoyeke wiha demokratîk encax bi çareseriyeke navneteweyî pêkan be.”


Piştî Rewşa Awarte cara yekemîn e ku li Amedê civîneke evqas berfireh pêk tê. Beşdarên civînê dê nîqaşên xwe weke raporek amade bikin û di serî de ji hikûmetê re, ji hemû partiyên siyasî re bişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst