EFRÎN - Artêşa Tirkiyê karvana alîkariya mirovî bombebaran kir

24-02-2018
RÛDAW
Efrîn
Efrîn
Nîşan Efrîn Tirkiye Qamişlo Karwan
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Artêşa Tirkiyê dîmenên êrîşa esmanî ya li ser karvaneke otomobîlan belav kir, ku dixwestin herin Efrînê. Tirkiye îdîa dike, ku ew karvan a çek û teqemeniyan bûye lê kesên di êrîşê de birîndar bûne dibêjin wan alîkariya mirovî ji bo gelê Efrînê dibir.

 

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên Efrînê, karvana alîkariyên mirovî ji Qamişlo û Kobanê diçû Efrînê. Herwiha di karvanê de kesên sivîl hebûn, ku ji bo palpiştiya Efrînê diçûn herêmê.

 

Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Efrînê ragihand, ku di encama êrîşê de kesekî sivîl canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûne û birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.

 

Hemwelatiyê bi navê Rojen, ku xelkê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye dibêje: “Me xwest em xwe bigihînin Efrînê lê firoke û topên Tirkiyê li me dan. Kuştî û birîndarên me çêbûn lê em bi rijd bûn xwe bigihînin Efrînê.”

 

Artêşa Tirkiyê îdîa dike, ku di karvanê de çek û teqemenî hebûye, ku ji bo şervana dihate veguhestin.

 

Lê kesên di karvanê de bûn van îdîayan derew derdixin. Hemwelatiyekî sivîl jî dibêje: “Em diçûn alîkariya gelê Efrînê lê firokeyên Erdogan em bombebaran kirin. Em ne leşker lê xelkê sivîl in.”

 

Ev bombebaran di demekê de ye, ku roja Sêşema borî bi sedan çekdarên Hêza Gel a ser bi hikûmeta Sûriyê gihiştine Efrînê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst