Li Bakurê Kurdistanê tirsa ji Kesk û Sor û Zer!

Amed (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê piştî Rewşa Awarte, bi dehan kes ji ber ku pûşiyên bi rengên kesk û sor û zer liber kirine, hatine binçavkirin û doz derbarê wan de hatiye vekirin. Ji ber vê yekê dikandar ditirsin cil û bergên bi rengên Kurdî bifroşin û xelk jî ditirse wan rengan bikire. Lê dadgehê biryar da ku nabe rengên kesk û sor û zer bên qedexe kirin. Ji ber vê yekê tê çaverêkirin ku bazara cil û berg û pûşiyên kesk û sor û zer careke din geş bibe.

 

Weke ku ev dikandar dibêje, ji ber zext û zordariyên li ser rengên kesk û sor zer, di Sûka Şewitî ya Amedê de ne eşq maye û ne jî kêf. Lewra heta niha li bajarên Bakur û hinek bajarên Tirkiyê, derbarê bi dehan kes de ji ber rengên kesk û sor û zer doz hatine vekirin. Dikandar dibêjin, beriya van binçavkirin û dozan xelkê cil û berg, pûşî, egal û cemedaniyên kesk û sor û zer pir dikirîn, lê niha ji tirsan nakirin.

 

Di vê derbarê de dikandarê cil û bergan Şabedîn Ogur ji Rûdawê re got: “Berê pir dihatin firotin. Di Newrozan de pir dihat firotin. Niha kes nastîne. Li Amedê bi sedan dikandar debara mala xwe ji firotina van rengan dikin. Ji ber vê yekê ew dixwazin dewlet ji ber rengên kesk û sor û zer zextê li tu kesî neke.”

 

Dikandar Emrullah Zumrut jî wiha dibêje: “Kesk û sor û zer rengê Kurdan e. Rengê dilê Kurdan e. Rengê dilê însanan nayê qedexekirin. Em hêvîdar in siberoj gelê me zêdetir li rengê dilê xwe xwedî derkeve.”

 

Di demeke ku gelek kes ji ber rengên kesk û sor û zer tên binçavkirin de, ji dadgehê biryareke erênî derket. Karkerekî bi navê Kadrî Demîr ji ber ku pûşiyek kesk û sor û zer di otomobîla wî de hat dîtin, derbarê wî de 5 sal cezayê zindanê dihat xwestin. Lê dadgehê beraat da wî û got nabe ji ber van rengan kes bên cezakirin.

 

Erhan Urkutê parêzerê Kadrî Demîr derbarê biryara dadgehê de wiha axifî: “Em ji ber vê biryarê li ser navê xwe gelek kêfxweş bûn. Lê ji ber gelek kes ji ber van rengan tên darizandin jî em gelek xemgîn in. Ev biryara dadgehê ku derbarê mûwekîlê min de daye, êdî di hiqûqê de mînak e. Ez hêvîdar im kesên ku ji van rengan tên darizandin êdî ceza nexwin û ji van dozan beraet bikin.”

 

Hinek dikandarên ku bi vê biryara dadgehê hesiyane êdî hêdî hêdî cil û berg û pûşiyên bi rengên kesk û sor û zer li dikanên xwe difiroşin. Ew hêvî dikin xelk jî wan bi tenê nehêle û van rengan dîsa wek berê zêde bikirin.