NISÊBÎN – Gundê Xirabê Baba du heftêye di bin dorpêçê de ye

24-02-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Nisêbîn Xirabê Baba Operasyon
A+ A-

Nisêbîn (Rûdaw) - Qedexeya li ser gundê Xirabê Baba Nisêbînê kete roja 14ê, niha hêzên dewleta Tirkiyeyê operasyonên herêma Omeriyan berfirehtir dikin. Piştî qedexeya hatinçûna li gundê Xerabê Baba, niha qedexe li ser 2 gundên din jî hate danîn.

 

Ne zelalî û nigeraniya bûyerên  Gundê Xirabê Baba Nisêbînê her dem derbas dibe zêdetir dibe, gundê ku ji 11ê vî mehê vir de dibin dorpêçkirina hêzên serbazî de ye niha ji herkesi re girti ye û ne kesek dikare jê derkeve û nejî here wê derê

 

Çi gundî çi şandeyên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl hewl didin ku xwe bigihînin nav gund lê 15 km ji gun dûr ji aliyê hêzên dewletê ve li ser riya gundê Stîlîlê têne sekinandin.

 

Gundiyê Xerabê Baba Nîzamedîn Dogan ji Rûdawê re got; “Roja şemiyê êvarî saet 8 an, bi firoke û helîkopteran girtin ser gund, heta sibê çi qewimî me nezanî. Di 13ê mehê de ez ji gund derketim. Ji 17ê mehê vir ve vêca kuştin çêbûye, kî ne hatine kuştin em nizanin ji bo ku tu pêwendî di navbera me û gund de nemaye. Birîndarên ku vediguhêzin nexweşxaneyan salixên gund didine me.”

 

Parêzgariya Mêrdînê li ser bûyerên gund diyar kir, ku operasyon li hember mîlîtanên PKKê û pêştevanên wan tê birevebirin û heta niha wana 4 endamên PKKê bi tevî çek û alavên wan ve bê bandor kirine; lê aliyê HDPê wiha nafikire.

 

Parlementerê HDPê yê Elihê Alî Aslan jî derbarê vê yekê de got; Dewlet rast nabêje, nahêlin ne parlementer, ne şande û ne jî mafnas bikevine hundir. Ji wê rojê vir de gelek şande hatin lê rê nedane wan. Heke tiştek veşartî nebe çima qede ye.”

 

Gundiyên dervayî Xerabê Baba jî iddia dikin ku leşker li gundiyan êşkence dikin û her wisa şêniyên gund û ajalên wan di metirsya av û xwarinê de ne û heke kesek nece hewara wan dê komkujî çêbe.

 

Ji 11ê mehê vir de 45 kes ji Gundê Xirabê Baba hatine binçavkirin. Li gor Walitiya Mêrdînê operasyon di herêma Omeriyan de dê berfirehtir bibe û her wisa niha qedexe li gundê Talatê û Cibilgirav jî hate danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst