Asayişa Efrînê endamê PDKSê li hember 20 teneke zeyta zeytûnan berda

24-02-2016
RÛDAW
Nîşan Efrîn Asayiş PDKS Zeyta Zeytûnê
A+ A-

Efrîn (Rûdaw) - Piştî çend demjimêran ji girtina wî, Asayîşa Efrînê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve, endamê Komîteya Herêmê ya PDK-S Faroq Dîko beramberî 20 teneke Zeyta zeytûnan serbest berda.

 

Faroq Dîko piştî ku hate berdan, ragihand, ew spasiya her kesekî dike ku alîkarî û piştgiriya wî kirin.

 

Xarziyê Farûq Dîko, Şêrzad Seydo li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand ku :" Xalê wî niha azad e, lê piştî ku PYDê ew neçar kirin ku 20 teneke zeyte zaytonan bide wan".

 

Farûq Dîko ji ber ku beşdarî pêngava komkirina îmzeyan ya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bibû, û ji ber ku razî nebûbû bacê bide, hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst