Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya nêzîkî PKKyê li ser kuştina 2 parêzvanên sînoran li Zaxoyê ragihand ku wan “di encama bombebarana Tirkiyeyê de” canê xwe ji dest daye.
Berpirsekî pilebilind ê Parêzvanên Sînoran ên Îraqê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû:
“Komeke leşkerên me li ser sînor digeriyan.
PKK li wê derê hebû û gule li wan reşandine, piştre şer derketiye.
Di encamê de 2 leşkerên me hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.”
Li aliyê din, medyaya nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand, artêşa Tirkiyeyê ya ku li navçeya Batîfayê ya Dihokê êrişî gerîlayan dikir, xaleke Parêzvanên Sînoran ên Îraqê ya li gundê Şîlanê bombebaran kiriye.
Medyaya nêzîkî PKKyê da zanîn ku îro li wî sînorî di navbera gerîla û artêşa Tirkiyeyê de şer û pevçûn hebûne.
Her wiha amaje pê kir ku artêşa Tirkiyeyê “bi hawanan xaleke Parêzvanên Sînoran ên Îraqê bombebaran kiriye ku nêzîkî cihê şer bûye û di encamê de 2 parêzvanên sînoran hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.”
Bûyer berî danê nîvrojê di navbera gundên Sorya û Şîlanê yên Zaxoyê de qewimî.
Çi bûbû?
Nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd da zanîn ku di navbera gerîlayên PKKyê û parêzvanên sînoran de şer derketiye.
Li gorî agahiyên ku Xerîb Mecîd dane, şer derdora saet 09:00an dest pê kiriye, 2 parêzvan hatine kuştin û parêzvanek jî birîndar e.
Parêzvanên Sînoran di bin banê Wezareta Parastinê ya Îraqê de sînorên Îraq û Herêma Kurdistanê diparêzin.
Hemû parêzvanên ku li ser sînorên Bakur û Başûrê Kurdistanê ne Kurd in.
Li gorî agahiyên Rûdawê, her du parêzvanên ku canê xwe ji dest daye Kurd in û navê yekî Mêhvan Nacî ye û navê yê din jî Elî Remezan e.
Parêzvanekî sînoran ji Rûdawê re da zanîn ku şeva borî di navbera PKK û leşkerên Tirkiyeyê de şer qewimiye lê heta niha ti carî di navbera parêzvanên sînoran û PKKyê de pevçûn çênebûne û ew sedema vê êrişê nizanin.
Li hêla din, navê parêzvanê birîndar jî Bêwar Celîl Îbrahîm e û ew li Zaxoyê tê dermankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse