Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi çek û kêran de 2 kes birîndar bûn.
Şeva borî li kuçeya Demirkapiyê ya taxa Aksarayê du kom ji ber sedemeke nediyar bi çek û kêran pev çûn.
M.Ç. bi guleyan û H.A. jî bi kêrê birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê M.Ç. û H.A. birin nexweşxaneyên li bajêr.
Polîsan di lêkolînên li derdorê de gelek qepzûn dîtin.
Lêpirsîna ji bo desteserkirin gumanbarên ku piştî bûyerê reviyane berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse