Li Bedlîsê qeza: 2 kes mirin û kesek birîndar bû

24-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elcewazê ya Bedlîsa ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li barhilgirekê da.

Di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) îro li ser rêya navçeyên Elcewaz û Panosê barhilgirek ji rê derketiye û şofêrê barhilgireke din ji bo alîkariyê li kêleka rê rawestiyaye.

Paşê otomobîlekê jî li wê barhilgirê da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Di encama bûyerê de 2 kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest da û şofêrê otomobîlê jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê kesê birîndar veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Elcewazê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst