Tirkiyeyê quntara Çiyayê Kurejarê topbaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê quntara Çiyayê Kurejarê ya ku du kîlometreyan dûrî navenda nahiyeya Şêladizê ye topbaran kir.

Li baregeha Mem Reşayê ya li quntara Çiyayê Kurejarê çend demjimêran şer û pevçûnan di navbera PKK û Tirkiyeyê de rû da û Tirkiyeyê piştî şer dest bi topbaranê kir.

Welatiyekî ji nahiyeya Şêladizê Ehmed Şemamkî ji Rûdawê re ragihand, ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê çend guleyên doçke û BKCyan li nav gund ketine.

Ehmed Şemamkî diyar kir ku ji saet 23:00yan şeva borî heta vê sibehê dengê şer dihat.

Li aliyê din, bi gotina Samî Binyamînê xelkê navenda Şêladizê îro demjimêr 09:30ê sibehê, topxaneyên Tirkiyeyê çendîn top avêtin quntara Çiyayê Kurejarê ku du kîlometreyan dûrî cih û warên xelkê ye.

Rayedaran derbarê kuştî û birîndaran de hîn ti agahî nedane.

Şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de ev du hefte ne li deverên Dêrelûk û Şêladizê bûye sedema aloziyan.

Hefteya borî 4 gundên navçeya Dêrelûkê hatin valakirin û 6 gundên Amêdiyê jî ji ber şer û pevçûnan gelek caran rastî topbaranê hatibûn.