MEREŞ – Di ser erdhejê re nêzîkî salekê derbas bû: 'Em mihtacî nan bûn'

24-01-2024
RÛDAW
MEREŞ – Di ser erdhejê re nêzîkî salekê derbas bû: Jiyan asayî nebûye
MEREŞ – Di ser erdhejê re nêzîkî salekê derbas bû: Jiyan asayî nebûye
Nîşan Mereş Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser erdhejên Mereşê yên 6ê Sibata 2023yan re nêzîkî salekê derbas bûye lê heta niha rewşa welatiyan û jiyana bazirganî asayî nebûye.

Fatih Gumuştokayê Mereşî berî erdhejê xwediyê restoraneke 500 metre çargoşe bû ku 60 maseyên xwarinê tê de hebûn.

Niha di konteynereke 25 metre çargoşe de bi 3 maseyên xwarinê karê xwe dike.

Gumuştoka dibêje, ew hewl dide careke din rabe ser pêyan.

"Em mihtacî nan bûn"

Karsaz Fatih Gumuştoka anî ziman:

“Dema em êvarî razan her tiştê me hebû lê dema em sibehê şiyar bûn em mihtacî nan bûn.

Spas ji Xwedê re parêzgarê Sakaryayê ev bazara ji textan ji me re ava kir û da şaredariya me û wan jî pêşkêşî me kir.”

Esnaf û kasibkarên Mereşê ji xemsarî û bêserûberiya şaredariyê gazinan dikin.

“Em naxwazin şaredarî evqasî bêpersiyarî tevbigere”

Karsaz Kemal Alagoz jî got:

“Erd hejiya û kargehên me hilweşiyan. Careke din li heman cihî konteyner danîn. Wan piştî 6 mehan ji me re got, dê ev der careke din were avakirin û em anîn kêleka navenda bazirganiyê.

Tevî ku mehek e em hatine jî doh peyarêyên me çêkirine û elektrîk hat. Em naxwazin şaredarî evqasî bêpersiyarî tevbigere.”

Hinek kes jî dibêjin dikanên konteyner biçûk in û têra wan nakin.

"Ava me nehatiye"

Karsazê bi navê Hakan Turkmen jî anî ziman:

“Ava me nehatiye. Ev der 3 bi 7 ango 21 metre çargoşe ye. Em nikarin kelûpelên xwe bi cih bikin, divê em kelûpelên xwe deynin vê derê lê em nikarin deynin. Dema mişterî tên û em vê derê vedikin cih teng e.”

Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 6ê Sibata 2023yan du erdhejên bi hêzên 7,7 û 7,6 pileyan çêbûn û li gorî amarên fermî, herî kêm 50 hezar û 783 kesan canê xwe ji dest da.

Di erdhejê de li 11 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 35 hezar avahî hilweşiyan û nêzîkî 300 hezar avahiyan jî zerar dît.

Erdhejê bandor li 14 milyon mirovan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst