ERZINGAN - Mînîbusek li xwendekarekê qelibî: Bi giranî birîndar e

24-01-2024
RÛDAW
Nîşan Erzingan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusek li xwendekareke zanîngehê qelibî û ew bi giranî birîndar kir.

Xwendekara Zanîngeha Bînalî Yildirimê ya Erzinganê ya bi navê Zîban Kavut a 23 salî, ji bo hevala xwe ya ku dê biçûya Erziromê bi rê bike bi wê re heta ser rêya Erzingan-Sêwazê çû.

Wê piştî ku hevala xwe şand, ji bo ku vegere şevîmana ku lê dima xwest derbasî aliyê din ê rê bibe.

Di dema derbasbûnê de mînîbûsa bi şofêrtiya S.K. li Zîban Kavuta 23 salî da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman Zîban Kavut bi ambulansê veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Bînalî Yildirimê ya Erzinganê.

Li gorî agahiyan, birînên Kavutê giran in û jiyana wê di metirsiyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst