WAN - Ji ber berfê 429 rê hatin girtin

24-01-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê rêya 429 cihan hat girtin. Tîman dest bi paqijkirina rêyan kiriye.

Li navenda bajarê Wanê doh demjimêrên nîvro baranê dest pê kir û demjimêrên êvarî jî berfê dest pê kir û îro jî barîna berfê berdewam e.

Ji ber berf û pûkê rêyên 257 gund û 172 gundikan hatin girtin.

Stûriya berfê li navenda bajêr gihiştiye 10 santîmetreyan û li deverên bilind jî gihiştiye 50 santîmetreyî.

Tîmên vekirina rêyan ên şaredariya Wanê dest bi paqijkirina rêyan kiriye.

Herwiha ji 22ê Kanûna Paşîn ve rêya di navbera Wan-Mîksê de ji ber berfê hatiye girtin û ji ber metirsiya ketina aşûtê xebatên vekirina rê jî nehatine destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst