Li Sînan Aygul ceza hat birîn: ‘Ji ber ku ez nemirim min digirin’

25-01-2024
RÛDAW
Nîşan Sînan Aygul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojnameger Sînan Aygulê ku rûbirûyî êrişê hatibû 2 meh û 5 roj cezayê girtîgehê hat birîn.

Serokê Komeleya Rojnamegerên Bedlîsê Sînan Aygul 17ê Hezîrana 2023yan li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê rastî êrişa parêzvan Şaredarê Tetwanê Emîn Geylanî hatibû.

Piştî êrişê, bi îdiaya ku “heqaret” li parêzvanan kiriye derbarê Aygul de gilî hat tomarkirin.

Yekemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Tetwanê, 2 meh û 5 roj cezayê girtîgehê da Aygul.

Dadgehê, Aygul sewqî Saziya Tiba Edlî kir û ji bo wî rapora “di rûyê wî de birîn nemane” amade kir.

Eger ev rapor were esasgirtin dê cezayê kesên ku êrişî Aygul kiriye kêm bibe.

“Ji ber ku ez nemirim min digirin”

Sînan Aygul têkildarî biryarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Aygul diyar kir ku wekî êrişê pêvajoya darizandinê jî ne ji rêzê bû û got ku ew pêşiya êrişkeran tê cezakirin û ji ber ku lêdan xwariye dê were girtin.

Rojnameger Aygul wiha berdewam kir:

“Beriya niha min gotibû, ji ber ku min lêdan xwariye hindik maye ku ceza bidin min û ez werim girtin.

Dozeke li hemberî kesekî nikare ewqasî dijwar were meşandin. Her geşedana nû ji ya pêştir xirabtir e. Gotinên me yek bi yek derdikevin.

Belkî êrişkeran serbest berdin. Belkî cezayekî biçûk bidin wan û careke din bikevin ser kar.

Dê careke din şivekê bidin destê wan û bi çeka dewletê ya li pişta wan karê terorê bikin.

Ji ber ku ez berjewendiyên gel diparêzim, rastî êrişê hatim. Ji ber ku ez nemirime û ji ber ku nemirim û ji mirinê vegeriyam dê bikevim girtîgehê.

Biryar bi pêvajoya darizandinê ya hêsan hat girtin, parêzerê min îtiraz kir, dê bi rûniştinê çêbibe.

Rûniştina êrişê dê 25ê Kanûna Paşîn were dîtin

Parêzvanê Şaredarê Tetwanê polîsê bi navê Engîn Kaplan û boksor Yucel Baysalê ku êrişî Sînan Aygul kir bi tohmeta ku “birîndarkirina biqesd û biçekê” tên darizandin.

Rûniştina 2yemîn a parêzvanan dê 25ê Kanûna Paşîn li Dadgeha Cezayê Asliye ya 2yemîn a Tetwanê were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst