Demîrtaş çûbû serdana dêya xwe: Rewşa dawî ya dêya wî çawa ye?

24-01-2024
RÛDAW
Nîşan Sadiya Demîrtaş Selahattin Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sadiye Demîrtaşa dayîka Selahattîn Demîrtaş, 5 roj in li nexweşxaneyeke taybet a Amedê tê dermankirin.

Hat zanîn ku Sadiye Demîrtaş ji ber enfeksiyona rêya nefesê li beşa awarte ya nexweşxaneyê tê ragirtin.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşê ku ji sala 2016an ve li girtîgeha Edîrneyê girtî ye ji ber nexweşiya dayika xwe çû Amedê.

Dema Demîrtaş gihişt nexweşxaneyê, li nav nexweşxaneyê û derdora wê gelek hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê hatin bicihkirin.

Demîrtaş piştî ku 5 demjimêran li nexweşxaneyê ma û dayika xwe dît, careke din ji Balafirgeha Amedê ber bi Edîrneyê ve hat vegerandin.

Hat zanîn ku rewşa dêya Demîrtaş li gorî duh baştir e.

Gokalp: Me pêvajo baş bi rê ve bir

Dr. Şehmus Gokalp der barê rewşa tenduristiyê ya dêya Demîrtaş zanyarî dan.

Gokalp diyar kir ku demên dirêj in nexweşiyên dêya Demîrtaş hene û got:

“30 sal in nexweşiya wê ya tansiyonê heye. Tansiyonê, sala 2016an gurçikên wê xera kirin.

9 sal in nexweşiya wê ya berdewamî ya gurçikan heye. Me 5 salên destpêkê bi derman û werzişê ew tedawî dikir. Me pêvajo baş bi rê ve bir.

Jineke gelekî birêkûpêk e. Dermanên xwe di demê xwe de dixwe.

Nexweşiya Guaterê pê re heye. Di ciwaniya xwe de emeliyat bûye. Dermanên xwe dixwe. Çend sal berê ji pişta xwe emeliyat bûye.

Ev taybetmediyek a dayikên Kurd e, bi qasî eziyeta ku dîtine... Ev jî hinekî moralê wan x

era dike.”

Mirina hevjînê wê, bandor lê kir

Li gorî nûçeya MAyê, Gokalp diyar kir ku di demên dawî de pirsgirêkên tenduristiyê yên dayika Demîrtaş zêde bûne û got:

“Piştî wefata apê Tahir (hevjînê wê), gelekî xemgîn bûye. Xwest ku beşdarî şînê bibe. Demeke kin li wir ma. Di wê navberê de enfeksiyon girt.

Di nava 10 rojên piştî şînê de rewşa wê nebaş bû. Me li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê tedawî kir. Li beşa lezgîn midaxeleya ewil hat kirin.

9-10ê Kanûna Paşîn me ew rakir nexweşxaneyê. Piştre me sewqî vir kir.

Piştî tedawiya 5 rojên ewil niha rewşa wê hinekî baştir e. Li beşa lênêrîna awarte tê tedawîkirin.

“Bi hesreta kurê xwe dijî”

Bi hatina kurê xwe gelekî kêfxweş bû û moralê wê pir xweş bû. Li gorî min ev lê hat.

Eger rewşa wê baştir bibe em dê ji beşa lênêrîna awarte derxin. Îro li gorî duh baştir e. Mîna her dayikên girtiyan dayika Sadiye jî bi hesreta berdana kurê xwe dijî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst