PWKyê qurbaniyên Zîndana Amedê bi bîr anîn

24-01-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Zîndana Amedê Necmettin Buyukkaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Necmettin Buyukkaya, Orhan Keskîn, Cemal Arat, Yilmaz Demîr û Remzî Akturk ku di Zîndana Amedê de canê xwe ji dest daye bi bîr anîn.

PWKyê bi helkefta salvegera şehîdbûna girtiyên Zîndana Amedê wek Necmettin Buyukkaya, Orhan Keskîn, Cemal Arat, Yilmaz Demir û Remzi Akturk bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anîn.

PWKyê bi bîr xist ku “welatperwerên Kurd di Kanûna Paşîna 1984an de li Zîndana Amedê, li himberî zilmê serî hilda, berxwedanek da destpêkirin û di vê berxwedanê de gelek welatper şehîd ketin.”

Di daxuyaniya PWKyê de wiha hat gotin:

“Em di 40emîn salvegera şehadeta wan de şehîdên Kanûna Paşîna 1984an, Necmettin Buyukkaya, Orhan Keskîn, Cemal Arat, Yilmaz Demîr û Remzî Akturk û hemû welatperwerên ku di zîndanan de û di rêya azadiya Kurdistanê de şehîd ketine bi gramî bi bîr tînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst