Li Bakurê Kurdistanê rêyên 1036 gundan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Bêdlîs, Mûş û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, îro ji ber berfê rêyên hezar û 36 gundan hatin girtin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê 2-3 roj in berf dibare û welatî di jiyana rojane de rûbirûyî zehmetiyan dibin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku li parêzgehê ji ber berfa zêde ku doh êvarî dest pê kir rêyên 429 gundan hatin girtin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li navenda bajêr û gundan ji bo paqijkirina berfê xebatên xwe berdewam dikin.

Li navçeya Elbakê jî tîmên şaredariyê berfa li nav bajêr bi barhilgiran vediguhêzin derveyî navenda navçeyê.

Li Colemêgê tîm di amadebaşiyê de ne

Li Colemêrgê û navçeya wê Geverê jî ji ber berfê rêyên 100 gundî hat girtin.

Îdareya Taybet a Colemêrgê ragihand ku tîmên pêwendîdar ji bo vekirina rêyan xebatên xwe berdewam dikin.

Tîmên Rêveberiya Rêyên Bejahiyê jî li ser rêya Colemêrg û Geverê di amadebaşiyê de ne.

Metirsiya aşûtê

Herwiha Rêveberiya Giştî ya Rêyên Bejahiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku 20-50emîn kîlometreya rêya Oremarê ji ber berfa zêde û metirsiya aşûtê hatiye girtin.

Li parêzgeha Colemêrgê ji ber girtina rêyan welatî di çûn û hatinê de rûbirûyî pirsgirêkan dibin.

Li Bedlîsê rêyên 266 gundan hatin girtin

Rêvebirê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Îdareya Taybet a Bedlîsê Umit Kurtkan diyar ku li tevahiya parêzgehê ji ber berfa zêde rêyên 266 gundan hatin girtin.

Umit Kurtkan got ku xebatên vekirina rêyan berdewam in.

Tîmên şaredariyê û Rêveberiya Rêyên Bejahî li nav bajêr jî kolan û rêyên serekî paqij dikin.

Li Mûşê rêyên 241 gundan hatin girtin

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur jî ragihand ku li parêzgehê ji şeva borî ve berf dibare.

Şeyhmus Yentur da zanîn ku ji ber berfa zêde rêyên 241 gundan hatin girtin.

Yentur herwiha got, “Ji bo welatî mexdûr nebin tîmên me ji bo vekirina rêyên gundan xebatên xwe didomînin.”