Li Bakurê Kurdistanê êrîşa çekdarî: 3 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê termên 3 kesan hat dîtin.

Li gor agahiyan, li gundê Şamiyan ê navçeya Zêdka ya Agiriyê 3 kes bi çek hatine kuştin.

Li gor zanyariyên destpêkê, teqe li serê wan kesan hatiye kirin û di encam de jiyana xwe ji dest dane.

Hêzên ewlekariyê çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine.

Heta niha nayê zanîn ew sê kes ji ber çi sedemî hatine kuştin.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, ji qurbaniyên bûyerê du kes bi navên Î.G û Ş.G xelkê gund û hevjînê hev in û kesê sêyem welatiyekî Efxanistanê ye ku li cem malê şivan bûye.

Piştî lêkolînên destpêkê yên li cihê bûyerê, cenazeyên her sê kesan ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Agiriyê.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a DHAyê, şivanê Efxan hevalê xwe yê şivan ê ku bi wî re nîqaş dikir û dû re her du hevjînên xwediyê mala ku lê diman, dane ber guleyan û ew kuştine.

Hêzên ewlekariyê ji bo girtina kesê kujer dest bi operasyonê kirine, lê belê ew kes heta niha nehatiye girtin.