Galeriya wêneyan

24-01-2023
24 Photos
Bilind T. Abdullah

Hewlêr (Rûdaw) - Êvara Duşemê 23ê Çileya 2023an li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê di merasimekê de hunermendê mezin ê Kurd Mihemed Mamlê hat bibîranîn. Ji ber rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî îsal Xelata Mamlê nehat dayîn.

Merasim ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Hewlêrê ya ser bi Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve û bi alîkariya rêkxistina Pêşxistina Ragihandinê li salona Pêşewa a bajarê Hewlêrê hat lidarxistin û hejmarek berpirs, hunermend û hunerhez têde amade bûn.

Wurya Mamlê, kurê hunermendê wefatkirî Mihemed Mamlê û Berdevkê Melbenda Hunerî ya Mamlê berê ji Rûdawê re gotibû, îsal 24mîn salvegera koça dawî ya hunermend Mamlê tê lidarxistin, her sal di vê helkeftê de Xelata Mamlê bi hunermendekî Kurd tê dayîn, lê îsal biryar dane ku wê xelatê nedin.

Wurya Mamlê got, wan biryar daye ku pereyên ji bo xelatê hatibûn berhevkirin û ew alîkariyên hatine komkirin, pêşkêşî qurbaniyên Rojhilatê Kurdistanê bikin, wek malbatên şehîd û birîndaran û kesên ku ji ber rewşa niha bê kar bûne.

Melbenda Hunerî ya Mamlê derbarê xelata îsal de ragihandiye, “Di nava 14 salan de, bi armanca rêzgirtin û pêşxistina huner û muzîka Kurdî, bê rawestan 13 xelatên Mamlê pêşkêşî hunmendên Kurd hatine kirin. Em di wê baweriyê de ne ku tevî çend kêmasî û pirsgirêkên darayî, me hewl daye ku di hemû waran de bi taybetî di warê siyasî û darayî de serbixwe bimînin û bêguman em dê di vê rêyê de jî serbixwe bimînin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Di demên bihorî de li rojhilatê welat guvaşên li dijî gelê Kurd gihîştine lûtkeyê û gel ji bo parastina mafên xwe yên seretayî û bo bidestxistina azadiyê, bi dirûşma jin, jiyan, azadî daketin qadan û bi qehremanî xwedî li maf û xwîna welatiyên xwe derktin. Di rewşeke wiha de gelek welatî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn, herwiha bi hezaran kes hatin desteserkirin û bi hezaran kesên din jî bi sedema gireva giştî, ji bo nanê şevê mehtel mane. Di rewşekê de ku gelê me di bin zextên giran de dijî û di ser xwîna şehîdên me de şîna xwe dikişîne, em dibînin ku Kurdên li derveyê cîhanê destên xwe bilind dikin, destên xwe bilind dikin û alîkariyan dişînin welatê xwe ji bo sivikkirina êşa vî gelî.”

Navenda Hunerî ya Mamle bi boneya rêzgirtina ji xwîna şehîdên me û pêşkêşkirina alîkariyan ji bo qurbaniyên tawanên Komara Îslamî ya Îranê, pêşkeş kirin û birêvebirina Xelata Mamle ya sala 2023an guncaw nedît û biryar da ku xercê xelata îsal wek alîkarî bide qurbaniyên şoreşa Jînayê.”

Sala bihorî, Xelata Mamlê pêşkêşî hunermend Kawe Feqîzade hatibû kirin. Pêştir ew xelat pêşkêşî Qale Mere, Mezher Xaliqî, Xelîl Xemgîn, Nasir Rezazî, Ebas Kemendî, Bakurî, Ezîz Şarox, Dilşad Seîd, tîpa muzîkî ya Silêmaniyê û Hisên Sefameniş.

Mihemed Mamlê navê wî yê rast Mihemed Seîd Elî ye, di 2 Hezîrana 1925an de li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, zêdeyî 700 stranên wî hene. Mamlî herî zêde helbestên Wefayî, Marif Axayî, Goran, Hejmar Mukriyanî û Hûmin Mukriyanî kiriye stran û gelek caran jî bixwe helbest nivîsandine.

Hunermend Mamlê roja 13ê Çileya 1999an di temenê 74 saliyê de koça dawî kir, lê heta niha hunera wî di nava gel de geş maye.