Li Efrînê di navbera grûpên çekdar de şer derket

24-01-2023
Hisên Omer
Nîşan Efrîn Komên Çekdar Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derengê şeva borî, şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de li rojavayê bajarê Efrînê derketin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, derdora nîvê şeva borî, dengê teqeyeke zêde li rojavayê Efrînê dihat bihîstin û li gor zanyariyên berdest, şer di navbera grûpên çekdar de derketibû.

Lê hinek çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê ve dibêjin ku dengê teqeyê ji ber rahênanên serbazî yên artêşa niştimanî li navçeyê bûye.

Roja Duşemê 23ê Çileya 2023an jî, çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) bi ser baregehê Komîteya Hevbeş a Vegerandina Mafan li nav bajarê Efrînê de girtibûn.

Çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê çekdarên Sultan Murad bi fermandariya Ebû Semîe el-Kul ji baregehê derxistibûn û di encama vê bûyerê de herdu grûpên çekdar ketibûn rewşa amadebaşiya leşkerî.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara sala 2018an ve di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî Tirkiyê de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst