Li Agiriyê otomobîla leşkerî wergeriya: 2 leşker mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazidê ya Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê otomobîleke leşkerî wergeriya di encamê de 2 leşker mirin.

Otomobîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê îro dema li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê gereke kontrolê pêk dianî, ji ber berf û qeşayê ji rê derket û wergeriya û 2 leşker giran birîndar bûn.

Di qezayê de leşkerên bi navê Muammer Ay û Alî Aslan ên ku giran birîndar rakirin Nexweşxanya Dewletê ya Bazîdê, li nexweşxaneyê mirin.

Serdozgeriya Komarê ya Bazîdê di derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.