PDK-BAKUR ji bo damezirandinê ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bersiv xwest

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) Hişyar Ozalp anî ziman ku partiya wan bi awayekî qanûnî damezrandina xwe temam kiriye, lê belê "belgeya hatiye wergirtin" ya ku pêşkêşî Wezareta Navxwe kirine, radestî wan nehatiye kirin. Ozalp diyar kir ku wan daxwaznameyeke nû şandine û ger di nava 60 rojan de bersiv nedin dê serî li darazê bidin.

Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-BAKUR) ku li gorî yasaya Partiyên Siyasî yên Tirkiyê bersiva wan agadariya berê negirtibû, daxwaznameyek nû ji Wezareta Navxwe re şand.

Di daxwaznameya ku bi îmzeya Damezrînerê PDK-BAKURê Hişyar Ozalp hat şandin de ev tişt hatin gotin:

“Me di 14.04.2017’an de belgeyên Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) ku me li gorî yasaya Partiyên Siyasî ya bi hejmara 2820’an ava kiribû radestî wezareta we kir. Di Xala 5emîn de wiha tê gotin: `Partiyên siyasî di çarçoveya qanûn û Destûra Bingehin de beriya ku destûr werbigrin bi awayekî serbest tên damezirandin.`

Weke ku ji îfadeyên zelal ên qanûnê jî tê fêmkirin, PDK-BAKUR a ku me belgeyên wê radestî wan kiriye, bi awayekî qanûnî avakirina xwe temam kiriye.

Tevî vê yekê jî, mixabin li gorî xala 8emîn ya qanûnê, tevî hişyariyên ku me di navberên rêkûpêk de dane jî belgeya wergirtinê ya ku divê ji me re bê şandin ji aliyê wezareta we ve ji me re nehatiye şandin. Ev li dijî qanûn, destûr û peymanên navneteweyî ye. Radestnekirina belgeyê binpêkirina eşkere ya azadiya rêxistin û siyasetê ye. Em radigihînin ku belgeya wergirtinê ya PDK-BAKUR li gor yasayan demildest radestî me were kirin, eger nebe emê serî li dezgeha dadwerî bidin da ku mafên xwe yên yasayî li dijî wezareta we bikar bînin.”

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) Hişyar Ozalp ji Rûdawê re axivî û got ku wan li gorî Qanûna Partiyên Siyasî avakirina partiyê temam kirine û belgeyên pêwîst ên ku berê ji wan re gotine "temam bikin" temam kirine û ji wezaretê re şandine.

Ozalp diyar kir ku wan li dijî bersivnedana Wezaretê daxwazname amade kirine, û piştî ku Noter û Walîtiyê daxwazname wernegirtine bi rêya posteyê ji Wezareta Navxwe re şandine.

Ozalp got “Eger wezaret di nava 60 rojan de li gorî yasayan belgeya wergirtinê radestî me neke, ev tê wê wateyê ku bi awayekî qanûnî hatiye redkirin. Di vê mijarê de ji bo mafên xwe yên qanûnî bikar bînin em ê serî li darazê bidin. Piştî vê serlêdanê em ê di nava 40 rojan de biçin Dadgeha Îdarî.”

Herwiha Ozalp bi bîr xist ku li Tirkiyê partiyeke din jî a bi navê Keskan di vê rewşê de ye û wiha berdewam kir. Keskan jî wek me du sal zêdetir e ku belgeyên xwe yên damezrandinê negirtine. Partiyên din jî hene ku belgeyên wan nehatine wergergirtin. Lê her çiqas di belgeyên me de kêmasî tunebe jî em nikarin bersivê werbigrin. PDK-Bakur partiyeke bi qanûnî hatiye damezrandin lê çalakiyên me tên astengkirin.”