Çekdarên Hemzat hejmareke darên gundê Kurzêlê li Efrînê birrîn

24-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdar grûpa Fîrqet el Hemze û Erebên hawirde yên ser bi wê grûpê, ji mehekê ve darzetûn û darfêkiyên gundiyên gundê Kurzêlê li nêzîk Efrînê dibirin.

Çavkaniyekê ji gundê Kurzêlê ji Rûdawê wêneyên darên birî şandin û got, bi sedan darzeytûn û darfêkî yên bêhtirî 20 cotyaran hatine birrîn.

Çavkaniya taybet ji Rûdawê re da zanîn ku tevî cotyaran gilî kiribû û roja înê kesekî ku dar birîbûn li ser rêbendeke çekdaran hatibû girtin, lê ew di cî de hatibû azadkirin.

Çekdarên grûpa Hemazatan ya bi fermandariya Mihemed Oso ku ew bi xwe xelkê bajarokê Hirêtanê yê bakurê Helebê ye, li gundê Kurzêlê li Efrînê darên zeytûnan yên xelkê dibirin û dibin dikin êzing.

Ji gundiyên ku darên wan hatine birîn, 14 kes kom bûbûn û gilî bi fermî tomar kirine.

Mafnasê Efrînî Hisên Naso ji Rûdawê re got, cotyarekî 85 salî, bi navê Mistfa Cafer 100 darên xwe birîne da ku nekivin destê çekdar û Erebên hawirde.

Naso got, ji bo Efrîniyan, eger cotyarek darê xwe bibire weke ku zaroka xwe serjê bike, lê qehr û kesera kalemêrê Efrînî hiştiye ku darên xwe bi destê xwe bibire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst