Fermandarekî HSDê: Em ji du milan ve ketine zindanê

24-01-2022
Berzan Ferman
Fermandarekî HSDê Xandî Hesekê
Fermandarekî HSDê Xandî Hesekê
Nîşan HSD Zindan Fermandarekî HSDê Xiwêran Sînaa
A+ A-

Heseke (Rûdaw) - Li zindana Xwêran a Hesekê şer û pevçûnên giran di navbera HSD û çekdarên DAIŞê de berdewam e û hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya navdewletî jî li bejayê û asman beşdar in. Balafirên hevpeymaniyê xalên DAIŞ yê li nava zindana Xwêran armanc digirin. Fermandarek jî dibêje, ew ji du aliyan ve ketine zindanê.

`Em dixwazin çekdaran bigirin`

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) radigihîne, wan derdora zindanê dorpêç kiriye û êdî tu çekdar nikare bireve.

Fermandarekî HSDê Xandî Hesekê tekez dike, “Heval ji milê rojhilat û rojava de ketine zindanê. Heval di şerê xwe de hêdî hêdî dimeşin, ji ber ku dixwazin çeteyên DAIŞê bi dest bigrin, naxwazin kuştin çêbibe.”

Navenda ragihandina HSD radigihîne ku di van pêşhatan de 175 çekdarên DAIŞ hatine kuştin,her wiha 27 şervanên wan ji ber êrîşên şaneyan li ser xalên çavdêriyê şehîd bûne.

Di operasyonên hêzên ewlehî li taxan bêhtirî 250 çekdarên girtî jî ku hewila revê dikirin hatine desteserkirin.

Welatî dilgiran in

Herwiha xelkê taxên başûrê Hesekê ji vê rewşê dilgiran in û naxwazin dev ji malên xwe berdin.

Welatî Wefa Îbrahîm diyar dike, “Zarokên me hene, li ser şîr in û mast in û nan ji wan re divê, ji ber wê yekê em ji taxên xwe derketin. Ne bi dilê me ye em ji taxên xwe derkevin, ez li ser zarokan ditirsim.”

 

 

Dikandar Elaa Mihemed diyar kir “Mala me li destpêka taxa Xwêran e, rewşa me xerab e û tiştekî xwarinê li cem me tine. Em li pariyekî nan digerin em nabînin, gelek zehmet e.”

Zindana Sînaa yek ji mezintirîn zindanên girtiyên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê ye, ku bêhtirî 5000 çekdarên DAIŞê yên Sûrî û biyanî tê de ne. Piraniya van çekdaran jî di hilmeta kontrolkirina Reqa û gundewarê Dêra Zorê salên 2016 û 2019 destgîr bibûn û ta niha tu yasayeke ji bo darizandina wan çekdaran cîbicî nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst