Deriyên Pêşabûr û Welîd hatin vekirin

Zaxo (Rûdaw) - Îro piştî 40 rojî dergehê Pêşabûr - Sêmalka, û Deriyê Welîd ji bo karê bazirganî û rêxistinên mirovî hat vekirin, çûn û hatina welatiyan bi serdana di rojên bê de dê bi makanîzmeke cuda çêbibe.

Deriyê sînorî yê  di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de piştî 40 rojan li ber tevgera bazirganiyê hat vekirin û bi dehan barhilgir îro di Deriyê Welîd re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, şofêrekî barhilgirekê dibêje, ew ji 19ê meha borî ve li hêviya wê yekê ye ku barê xwe yê çimento bigihîne Rojavayê Kurdistanê.

Şoferê barhilgirê Omran Xeyrî dibêje: “Ji 10 meha kanûna sala borî ve me barhilgir barkirye û barê me  çîmento ye. “

Şoferê barhilgirê Remezan Mihemed jî da zanîn ku wî ji 19ê Kanûna 2021an ve barhigira xwe bar kiriye û û ev kêfxweş e ku îro derî ji bo wan hate vekirin ku barê xwe bibin Rojavayê Kurdistanê.

Şoferê barhilgirê Seîd Hemîde jî got: “Ev zêdeyî 30 roja ne derî girtî bû, vê yekê ziyaneke zêde gihand xelkê. Heta ku hikûmetê jî zerar kir.”

Herdu aliyên Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê li hev kirin ku ji derbasbûna penaberên ku bi mebesta serdanê çûbûn, karmendên rêxistinên navdewletî asayî be.

Lê heta niha ti biryarek nîne hatûçûn ji bo her kesê bi temamî asayî bibe.

Suphî Ehmed û hevalên xwe derbasî Herêma Kurdistanê bibûn, lê piştre rê ji bo wan nehatibû dayîn ku ew derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Xelkê Sûriyê Suphî Ehmed dibêje: “Ev 20 roj bûn em di hotêlê de bûn li vir, ji me re dibêjin hîn rê nîne, em nizanin rojeke du sê çar rojin, nizanin, kesên bi kartên seredanê hatine diçin û em li vir in.”

Ev 40 roj in girtîbû

Di derbarê çûn û hatina asayî ya xelkê de jî, Şewket Berbeharî diyar dike, hîn wan mekanizmayek ji bo çawaniya çûn û hatina asayî û geştyarî nedanîne, lê di zûtirîn dem de ew dê mekanizmayekê danin.

Ji roja 15ê Kanûna 2021an ve ji ber êrişa hejmareke endamên Tevgera Ciwanên Şoreşgêr bo ser karmendên deriyê sînorî yê Pêşabûrê, Herêma Kurdistanê biryara girtina wî deriyê sînorî dabû.