Deriyê Pêşabûrê îro tê vekirin

24-01-2022
RÛDAW
Deriyê Sêmalka-Pêşabûr 40 roj in girtbîbû
Deriyê Sêmalka-Pêşabûr 40 roj in girtbîbû
Nîşan Pêşabûr Sêmalka Rojava Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îro, deriyê sînorî yê Pêşabûrê yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de piştî 40 rojan li ber tevgera bazirganiyê bê vekirin.

Rêveberê Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbiharî ji Rûdawê re ragihand, deriyê Pêşabûrê Duşemê (24/01/2022) ve tê vekirin û hatin û çûn di rêya wî deriyê sînorî re weke berî 15ê Kanûna 2021an asayî dibe.

Mekanîzmayeke nû dê bê danîn

Hevdem kesên ku xwedî pasportên biyanî û îqameyên Herêma Kurdistanê ne ku li Rojavayê Kurdistanê asê mane, dikarin vegerin.

Şewket Berbeharî ji Rûdawê re ragihand, “Hemû kesên ku di rêxistinên biyanî de kar dikin û yên ku bi berdewamî çûn û hatinê dikin, dikarin dîsan biçin Rojavaya Kurdistanê.

Ev 40 roj in girtîbû

Di derbarê çûn û hatina asayî ya xelkê de jî, Şewket Berbeharî diyar dike, hîn wan mekanizmayek ji bo çawaniya çûn û hatina asayî û geştyarî nedanîne, lê di zûtirîn dem de ew dê mekanizmayekê danin.

Ji roja 15ê Kanûna 2021an ve ji ber êrişa hejmareke endamên Tevgera Ciwanên Şoreşgêr bo ser karmendên deriyê sînorî yê Pêşabûrê, Herêma Kurdistanê biryara girtina wî deriyê sînorî dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst