Sefîn Dizeyî bo Rûdawê: Me nerazîbûna Herêma Kurdistanê gihand Konsulê Îranê

24-01-2021
RÛDAW
Sefîn Dizeyî - Nesrulla Reşnûdî
Sefîn Dizeyî - Nesrulla Reşnûdî
Nîşan Komara Îslamî Sefîn Dizeyî Herêma Kurdistanê Nesrulla Reşnûdî Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê derbarê wî fîlmê çend roj berê ji aliyê Îranê ve hatiye belavkirin, bi rêya telefonê nerazîbûna Herêma Kurdistanê li ser wî filmî gihand Konsulê Îranê. Konsulê Îranê jî ragihand, “Ew agahdarê wî filmî nînin û ew ne boçûna fermî ya Komara Îslamî ya Îranê ye.”

Sefîn Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, wan wek fermangeh bi fermî Konsulê Îranê agahdar kirine û nerazîbûna Herêma Kurdistanê gihandine Komara Îslamî ya Îranê.

Di beşeke din a axaftina xwe de Sefîn Dizeyî dibêje, “Me peywendiyeke dostane û dêrîn li gel Îranê heye û nabe rê bi provakasyonan bê dayîn.”

Nesrulla Reşnûdî, Konsulê Îranê yê li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, “Me peywendiyeke dêrîn li gel hevrêyên me li Herêma Kurdistanê heye. Berpirsên me û Qasim Sulêymanî hêvîxwazên peywendiyeke baş bûn li gel Herêma Kurdistanê, taybet jî li gel Mesûd Barzanî. Hevrêtiya Qasim Sulûymanî û Barzanî heta rojên dawiya temenê wî jî bihêz bûn û wî rêzeke zêde li Barzanî digirt.”

Konsulê Îranê yê li Herêma Kurdistanê derbarê peywendî û hevkariya li gel Herêma Kurdistanê ragihand, “Me di serdema rejîma dictator, rûxana wê rejîmê û serhildana DAIŞê de, hevkariya Iraq û Pêşmerge kir.”

Li ser wê fîlma ku çend roj berê ji aliyê Îranê ve hatiye belavkirin jî, Konsulê Îranê dibêje, “Ez derbarê fîlm de bi berpirsên peywendîdar re axivîm, ew dibêjin, haya wan ji wê fîlmê nînin, wate ew ne boçûna fermî ya Komara Îslamî ye.”

Nesrulla Reşnûdî amaje bi wê jî kir, “Çavkaniya belavkirina fîlm hîn diyar nîne. Dibe hinek kes bixwazin peywendiyên me (Îran û Herêma Kurdistanê) têk bibin, lê em nahêlin ew peywendî têk biçe û em dixwazin roj bi roj peywendiyên xwe bihêz bikin.”

Konsulê Îranê behsa peywendiya telefonî ya li gel Sefîn Dizeyî jî kir û got, wî heman gotin ji Berpirsê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê jî ragihandiye.”

Li ser pirsa “gelo piştevaniya wan core fîlman dikin?” Konsulê Îranê ragihand, wan navendeke fermî heye ji bo belavkirina boçûnên xwe, ne wek ew tiştên ku li torên civakî belav dibin.

Du roj berî niha fîlmek li torên civakî belav bû li ser mijara `parastina Hewlêrê` di şerê DAIŞê de. Fîlm ji aliyê Saziya Rewşenbîrî ya Mesîr ve hatiye berhemanîn ku ji aliyê “Rêxistina Bangeşeya Îslamî ya Îranê” ve serpereştiya wê tê kirin. Ew rêxistin jî rasterast di bin çavdêriya Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê de ye.

Herwiha di dawiya wê fîlmê de spasiya Ofîsa Hacî Qasim Sulêymanî, Supaya Pasdaran, Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran, Serpereştyarê Televîzyona Îranê û Wezareta Navxwe tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst