Li Şirnexê 15 navçe wek ‘Herêma Ewlehiya Taybet’ hatin ragihandin

24-01-2021
Nîşan Şirnex Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi dehan navçe heta dawiya sale wek “Herêma Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin û çûn û hatina wan navçeyan li welatiyan hatiye qedexekirin.

Li sînorê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta ewlekariyê, 15 navçe heta dawiya sale wek “Herêma Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin.

Walîtiya Şirnexê îro Yekşemê 24ê Çileya 2021ê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê daye ku 15 navçeyên ser bi navenda Şirnexê û bajarokên Cizîr, Silopî, Qilaban Elkê û Basan heta dawiya sale wek “Devera Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin.

Di daxuyaniya Walîtiyê de tê gotin piştgirêdan bi biryara hejmar 3399 a Serokatiya Komarê ku 7ê Çileya 2021ê derketiye, ji 1ê Çileya 2021ê heta 31ê Kanûna 2021ê li sînorê parêzgeha Şirnexê 15 navçe wek “Herêma Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji xelkê hatiye kirin ku ji wan navçeyên qedexekirî dûr bikevin û tenê di dema pêwîst de piştî wergirtina mohletê dikarin bi awayekî demkî karê xwe bikin.

Ji piştî sersala 2021ê û heta niha ve ji xeynî wan 15 navçeyên Şirnexê, li sînorê parêzgehên Sêrt, Êlih, Dêrsim, Bedlîs û Qersê jî heta dawiya sale bi dehan navçe wek “Devera Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst