Li kampeke koçberên Rojava sobe teqiya: Pênc kesên ji malbatekê şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li Kampa Dareşekran a koçberên Rojavayê Kurdistanê ku li sînorê parêzgeha Hewlêrê ye, sobeyeke gaze teqiya û di encamê de pênc kesên ji malbatekê bi giranî birîndar bûne û beşek ji laşê wan şewitiye.

Berdevkê Berevaniya Şaristaniya Hewlêrê, Raîd Serkew Kareş ji Rûdawê re ragihand, “bûyer îro yekşembiyê di demjimêr 09:50 de li maleke Kampa Dareşekranê û ji ber teqîna sobeyeke gazê çê bûye û di bûyerê de pênc kesên ji malbatekê birîndar bûne, ku du jê zarok û sê kes jî jin in.”

Derbarê sedema bûyerê de jî, Serkewt Kareş got: “Sobeya ku îro li vê malê teqiyaye, hem bi gazê û hem jî bi elektrîkê dixebite, pêştir ji ber ku kun bûye gaz jê çûye û dema ku elektrîk hatiye, agir pê ketiye û teqiyaye.”

Li gor agahiyan, di bûyerê de Qumrî Mihemed a 61 salî, Xoxe Îbrahîm a 37 salî tevî sê zarokên temen 16, 14 û 10 salî birîndar bûne.

Berdevkê Polîsê Berevaniya Şaristaniya Hewlêrê da xuyakirin, ku rewşa tendirustiya birîndaran baş e û niha li Nexweşxaneya Emergency a Hewlêrê tên dermankirin.

Her îro li rojavayê bajarê Bexda ya paytexta Iraqê, bi sedema kontakta elektrîkê li malekê şewat derket û di encamê de tevahiya endamên wê malbatê ku pênc kes bûn, di şewatê de canê xwe ji dest dan.