Çalakvan Fener Temê li Qamişlo hat revandin

24-01-2021
RÛDAW
Çalakvanê sivîl û medyakar Fener Temê
Çalakvanê sivîl û medyakar Fener Temê
Nîşan Fener Temê Qamişlo Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanê sivîl û medyakar, Fener Beşîr Temê, êvara Şemiyê ji aliyê grûpeke nenaskirî ve li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hat revandin.

Beşîr Temê, bavê çalakvan Fener Temê ji Rûdawê re ragihand ku ew nizanin grûpa kurê wî ravandiye kî ye!

Ew tenê daxwazê dikin ku aliyên berpirsyar jiyana welatiyan û çalakvanên sivîl biparêzin.

Bi gotina Beşîr Temê otombîleke jeep a spî ew li nêzîkî Peykerê Basil Esed, li ser rêya Balefirxaneya Qamişloew revandine.

Ev di demekê de ye ku duh li bajarê Qamişlo pevçûn di navbera hêzên asayişê û grûpeke çekdar a ser bi Hikûmeta Sûriyê ve derket.

Li gor zanyariyan grûpa bi navê “Hêzên Dîfai Medenî” ango “Hêzên Berevaniya Niştimanî” yên ser bi hikûmeta Sûriyê, li taxa Hilko ya başûrê wî bajarî, teqe li rêbendeke Hêzên Ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser kir.

Piştî êrişê Hêzên Ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser bersiva wê teqeyê da û di encamê de 2 endamên grûpa bi navê “Hêzên Bervaniya Niştimanî” birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst