Li Bakurê Kurdistanê erdhej: Hejmara qurbaniyan zêde dibe

24-01-2020

08:24

AFAD: Piştî erdhejê 1556 kesan serdana nexweşxaneyan kirine

AFAD

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, piştî erdheja bi hêza 6.8 pile ya Xarpêta Bakurê Kurdistanê ku navenda wê bajarokê Sîvrîce bû, 1556 kesan serdana nexweşxaneyan kiriye, 31 kesan canê xwe ji dest dane û 45 kes jî bi saxî ji nav avahiyên hilweşiyayî hatine derxistin.‎‎

Li gor daxuyaniya AFADê, ji aliyê serokatiya wê saziyê ve 9 hezar û 545 çadir bo herêmê hatine şandin û herwiha pêdiviyên din ên jiyanê jî gihiştine mexdûrên erdhejê.

Di daxuyaniya AFADê de tê gotin ku piştî erdhejê bi giştî 599 paşhejên din hatine tomarkirin û 1556 kesan serdana nexweşxaneyan kirine.

Berî daxuyaniya dawî ya AFADê hatibû ragihandin ku 31 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane û 45 kes bi saxî ji nav avahiyên hilweşiyayî hatine derxistin.

Zêdetir bixwîne

21:47

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Em amade ne bi hawara ziyanpêketiyên erdhejê biçin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî ji bo alîkariya ziyanpêketiyên erdhejê amadebûna xwe ragihand

Li ser daxwaza Serok Mesûd Barzanî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amadebûna xwe  bi alikariya ziyanpêketiyên erdheja bajarên Bakurê Kurdistanê ragihand.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi daxuyaniyeke serxweşî li qurbaniyên erdhejê dike û hêviya başbûna bi lez ji bo birîndaran dixwaze û dibêje amade ye her çi zûtir alîkariyên mirovahî bigihîne ziyanmendên erdhejê.

Dezgeh wekî erkê xwe yê pêşîn dibîne ku bi hemahengiyê li gel Heyva Sora Tirkî û aliyên peywendîdarên dewleta Tirkiyê hevkariya bi lez bigihîne qurbaniyan bike û  ligel malbatên ziyanpêketiyên erdhejê û ew palpiştê be.

Weke tê zanîn di sala 2011an de  erdhejeke bi hêz li bajarê Wanê rûda bû û piştî wê rûdanê li ser daxwaza Serok Mesûd Barzanî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 400 xaniyên karavane bi hemû pêdiviyên xwe ve şand bû bajarê Wanê û sîte û komelgehekî ji bo wan malbatan avakir.

Zêdetir bixwîne

20:14

Hejmara qurbaniyên erdehejê gihişt 29 kesan

Erdhejeke din bi 5.1 pileya rîxterê rû da

Rêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatê ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku hejmara qurbaniyên erdheja Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê gihişt 29 kesan.

Rêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatê ya Tirkiyê derbarê erdheja parêzgeha Xapêt û derdora vê de amarên herî dawî belav kir.

AFADê ragihand ku ku hejmara qurbaniyên erdhejê gihişt 29 kesan û heta niha 43 kes di bin kavilan de hatine rizgarkirin û di erdhejê de 1031 kes birîndar bûne.

Li gor zanyariyên malpara AFADê li navçeya Sivriceyê  herî dawî di saet 19.30an de erdhejekê bi 5.1 pileya rîxterê rû da ku kûrahiya wê 15,71 kîlotmetreye bûye.

Li gor lêkolînên AFADê li herêmê ji ber erdhejê 30 avahî hilweşiyane û 134 avahî tûşî xisarê bûne.

Zêdetir bixwîne

18:48

Mesrûr Barzanî ji malbatên kesûkarên qurbaniyên erdhejê re sersaxî xwest

Mevlut Çavuşoglu û Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî ji ber erdheja bajarê Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê sersaxî xwest.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku bi rêya telefonê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu axivî û ji ber erdheja bajarê Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê sersaxî xwest.

Mesrûr Barznaî diyar kir ku wî li ser navê Herêma Kurdistanê, hevsoziya xwe ji bo kesûkarên qurbaniyên erdheja Xartpêtê gihand Mevlut Çavuşoglu û hêviya başbûn ji birîdarên erdhejê re xwest.

Zêdetir bixwîne

17:30

Barzanî: Hêvîdar im alîkariya pêwîst bigihejin qurbaniyên erdhejê

Serok Mesûd Barzanî

Baregeha Barzanî ji ber erdheja bajarê Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê peyameka sersaxiyê belav kir û têde ragihandin ku ew hêvîdar in di zûtirîn dem de alîkarî û hawarçûna pêwîst bigihên mexdurên erdhejê.

Baregeha Serok Mesûd Barzanî li ser erdheja Xarpêtê, ku şeva borî qewimî û heta niha gelek kesan canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne, peyameka sersaxiyê belav kir.

Di peyama Baregeha Serok Mesûd Barzanî de hat gotin: “Mixabin şeva borî ji ber erdhejeke bihêz li Bakûrê Kurdistanê û navçeyên Kurdnişîn ên Tirkiyê, hejmareke welatiyan canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Serxweşî û hevxemiya xwe ji kesûkarên wê rûdana diltezîne re radigihînin û xwe bi hevbeşê xema wan dizanin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.”

Herwiha tê peyaê de hate gotin ku ew hêvîdar in di zûtirîn dem de alîkarî û hawarçûna pêwîst bigihên mexdurên erdhejê.

Zêdetir bixwîne

17:15

Erdogan: Bi destê TOKIyê dê gav bêne avêtin

Recep Tayyip Erdogan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo erdheja li Xarpêtê qewimî got: "Ji berê heya niha gelek erdhej qewimîn û vî miletê bi sebrê ji heqê van erdhejan hat û biserket."

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan  li Mizgefta Mewlana beşdarî merasima cenazeyên 2 qubaniyên erdheja li Xapêtê bû.

Di axaftina xwe de Erdogan erdhejên ji berê ve li herêmê qewimine bi bîr xist û wiha pê de çû: "Ji berê heya niha gelek erdhej qewimîn û vî miletê bi sebrê ji heqê van erdhejan hat û biserket. Wek dewlet û wek milet mayê ji destê me tê înşeallah heta dawiyê em dikin û emê bikin. Hemû xebatên me yên li ser van kavilan dê dewam bikin. Di şûna cihên li tax û gundan hilweşiyan da jî dê bi destê TOKIyê gav bên avêtin û tiştê hewce dê bêne kirin. Em dê kesî li derva nehêlin. Guh nedin gotegotan û propagandayên neyênî. Bizanibin ku em her dem xizmetkarên we ne."

Erdogan xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li herêma erdhêjê tên kirin jî şopand û ji rayedaran agahî hilda.

Zêdetir bixwîne

16:25

Jinek piştî peyama bi Kurdî hat rizgarkirin

-

Li Xarpêtê jinek piştî axaftina bi Kurdî li gel endama tîma hawarçûnê ji bin avahiya hilweşiyayî hat rizgarkirin ku 17 demjimêr bû di bin wî kavilî de bû.

Li Xarpêtê xebatên rizgarkirina xelkê ku di bin avahiyên hilweşiyayî de mane, berdewam dikin.

Di vê çarçovê de tîmên hawarçûnê hewl didin bi rêya telefonê xwe bigihînin kesên di bin kavilan de.

Endameke tîmên hawarçûnê jî bi rêya telefonê bi jina bi navê Azîze Çelîk re axivî ku ew li gel jineke din di bin avahiyê hilweşiyayî de asê mabû.

Wê endama tîmên hawarçûnê, daxwaz ji wê jina bi navê Azîze kir bi Kurdî li gel jina din biaxive ku ew jî di bin kavil de asê mabû û bi Tirkî nedizanî.

Endama tîma hawarçûnê di wê diyalogê de bi zimanê Kurdî, ji Azîze Çelîk daxwaz kir ku ji jina din bipirse, bê ka ‘ku dera wê diêşe’ û herwiha daxwaz jê kir ku jê re bêje, ‘bila bi difna xwe henase wergire’ û aram be.

Demek kurt piştî vê diyaloga bi Kurdî, jina bi navê Azîze Çelîk ji bin avahiya hilweşiyayî hat derxistin.

Ew jina ku 17 demjimêr bû di bin kavil de asê mabû, ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

Zêdetir bixwîne

15:23

Erdogan serdana Xarpêtê dike

-

Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Tirkiyê dê serdana Xarpêtê bike.

Li gor ajansa nûçeyan a Tirkiyê, Ajansa Anadolê, Serokomariya Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, bernameya xwe ya li Stenbolê beta kir û dê serdana Xarpêtê bike.

Her li gor zanyariyên wê ajansê Erdogan dê serdana wê herêma erdhejê bike ku bû sedema qurbanîbûna hejmareke xelkê û dê xebatên tên meşandin bişopîne.

Li aliyê din Serokomariya Tirkiyê jî daxuyaniyek derbarê erdhejê de belav kir. Di wê daxuyaniyê de hat ragihand ku di encama erdhejê de 22 kesan canê xwe ji dest dane û 1031 kes j birîndar bûne.

Zêdetir bixwîne

12:38

Peyamnêrê Rûdawê: Ziyan zêdetir li navenda Xarpêtê pêk hatiye

-
-

Nûnerê Rûdawê li Amedê, Maşallah Dekak, dawîn zanyarî ji Xarpêtê veguhastin û ragihand, tevî ku navenda wê erdhejê navçeya Sîvrîce bûye lêbelê ziyan zêdetir li navenda Xarpêtê çê bûye.

Li gor zanyariyên Maşallah Dekak, li taxa Mustafa Kemal Paşa, 5 avahî hilweşiyane ku xebatên rizgarkirina xelkê ji bin kavilan li wê taxê berdewam dikin.

Li aliyê din Rêveberiya Rewşên Awarte (AFAD) belav kir, li Xarpêtê 18 û li Meletiyê 4 jî 4, bi giştî 22 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha li gor zanyariyên wê dezgehê, li Xarpêtê 654, li Meletiyê 226, li Amedê 32, li Semsûrê 25, li Êlihê 6, li Mereşê û li Rihayê 50, bi giştî 1030 kes jî di encama erdhejê de birîndar bûne.

Zêdetir bixwîne

12:14

Soylu dawîn amara qurbaniyên erdhejê aşkere kir

-

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê dawîn amarên qurbaniyên erdheja li Bakurê Kurdistanê belav kirin.

Suleyman Soylu, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê li Xarpêtê, bi amadebûna Murat Kurum, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê û Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê, konferanseke rojnamevaniyê saz kir û dawîn amarên qurbaniyên erdhejê aşkere kirin.

Suleyman Soylu ragihand ku li navçeya Keferdîz a ser bi Meletiyê ve 4 kes û li Xarpêtê jî 18 kesan di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya Soylu, ji rûdana erdhejê heta niha 39 kes ji aliyê tîmên hawarçûnê ve ji bin avahiyên hilweşyayî hatine rizgarkirin.

Zêdetir bixwîne

11:46

Suleyman Soylu daxuyaniyek derbarê erdhejê de belav kir

-

Suleyman Soylu, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê li Xarpêtê daxuyaniyek derbarê xebatên rizgarkirinê de kir û ragihand ku ji bin kavilan dengê 4 kesan hatiye bihîstin.

Suleyman Soylu, li taxa Mustafa Paşa ya Xarpêtê ku hejmareke avahiyan bi temamî rûxiyane li wê taxê, xebatên rizgarkirinê şopandin û aşkere kir ku 4 çar kesan hatiye bihîstin û got, “Kesek hat rizgarkirin, xebatên bo rizgarkirina her sê kesên din berdewam dikin.”

Arif Çetin, Fermandarê Giştî yê Jendirme û Mehmet Gulluoglu, Berpirsê Rêveberiya Rewşên Awarte (AFAD) jî li gel Soylu li wê taxê xebatên tîmên hawarçûnê bo rizgarkirina xelkê şopandin.

Zêdetir bixwîne

10:35

Jineke ducanî piştî 12 demjimêran hat rizgarkirin

-

Xebatên rizgarkirina xelkê li avahiyên hilweşiyayî berdewam dikin û bi piştî bi saetan jî hejmareke hemwelatiyan sax ji bin avahiyên rûxiyayî hatin derxistin.

Li gor zanyariyan li navenda Xarpêtê 2 kes û li Madenê jî 2 kes, bi giştî 4 kes ji bin avahiyên hilweşiyayî hatin rizgarkirin.

Li gundê Gezîn ê ser bi Madenê ve, jineke ducanî piştî 12 demjimêran bi birîndarî ji bin avahiya hilweşiyayî hat rizgakirin û bo nexweşxaneyê hat veguhastin.

Herwiha li taxa Mustafa Paşa li Xarpêtê kesek piştî 13 demjimêran ji aliyê tîmên hawarçûnê ve hat rizgarkirin.

Zêdetir bixwîne

10:02

Dawîn hejmara qurbaniyên erdhejê hat belavkirin

-

Rêveberiya Rewşên Awarte (AFAD) dawîn hejmara qurbaniyên erdheja Xarpêtê belav kir.

Li gor daxuyaniya AFADê, hejmara qurbaniyên erdheja Xarpêtê, gihişt 21 kesan.

Her li gor zanyariyên AFADê di erdhejê de 1030 kes jî birîndar bûne.

AFADê belav kiriye ku xebatên ji bo rizgarkirina kesên di bin avahiyên hilweşiyayî de mane, berdewam dikin.  

Zêdetir bixwîne

09:25

HDPê şaneya krîzê pêk anî

-

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê erdheja li Xarpêtê, şaneya krîzê ava kir.

Cîgirê Hevserokê HDPê aşkere kir ku wan li navenda giştî şaneya krîzê pêk anîne û ragihand ku ew dê hemû derfetên xwe seferber bikin.

Cîgirê Hevserokê HDPê diyar jî kir li şaredariyên Êlih û Patnosê hemû amadekarî hatine kirin û diyar kir ku tîmên ser bi şaredariya Erxeniyê ve jî gihiştine Xarpêtê.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin HDP kempînekê alîkariyê bide destpêkirin bo ziyandîtiyan û herwiha dê şandekê bişîne Xarpêtê.

Zêdetir bixwîne

08:47

2 jin piştî 8 demjimêran hatin rizgarkirin

-

Li taxa Mustafa Paşa a Xarpêtê 2 jin piştî nêzikî 8 demjimêran ji bin avahiyê hilweşiyayî hatin rizgarkirin.

Li taxa Mustafa Paşa li Xarpêtê, hejmarek ji avahiyan di encama erdhejê de hilweşiyan û tîmên hawarçûnê jî xebatên li wê taxê berdewam dikin.

Li wê taxê jinek piştî 7 demjimêr û jineke din jî piştî 8 demjimêran ji bin avahiyeke 5 qatî ku di erdhejê de hilweşiya, hatin rizgarkirin

Zêdetir bixwîne

08:30

Li Keferdîzê xebatên lêgerînê bi dawî hatin

-

Li navçeya Keferdîz a Xarpêtê xebatên lêgerînê li avahiyên hilweşiyayî bi dawî hatin.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin li Keferdîzê (Doganyol) ser bi Meletiyê ve 5 kesan di encama erdhejê de canê xwe ji dest dan.

Herwiha li wê navçeyê ku erdhejê bandoreke zêde lir kiriye, ziyan gihiştiye hejmareke zêde ya avahiyên li wê deverê û hinek avahî jî bi temamî hilweşiyane.

Rêveberiya Rewşên Awartê (AFAD) jî belav kiriye ku hemû kesên di bin avahiyên hilweşiyayî de mabûn, hatine rizgarkirin û xebatên lêgerînê li wê navçeyê bi dawî hatine.

Zêdetir bixwîne

08:17

Wezîrekî Tirkiyê: Divê her tişt ji dewletê neyê çaverêkirin

-

Fatîh Donmez, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê beşdarî bernameyeke kenaleke Tirkiyê bû û got, “Ne rast e her tişt ji dewletê bê çaverêkirin. Divê Hemwelatî jî hesasiyetê nîşan bidin û tedbîrên xwe bigirin.”

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê herwiha dibêje ew navçeyek erdhejê ye û got, “Divê em fêrî vê rewşê bibin û jêrxane û avahî li gor wê rewşê bên pêkanîn.”

Donmez amaje bi xebatên hatine kirin kir û got ku piştî sala 2000an li Tirkiyê gelek standar di ber çav re hatine derbaskirin û got, “Rast nîne her tişt ji dewletê bê çaverêkirin. Dewlet zêdetir erka pişkinîn û sazkirinê li xwe digire lê divê hemwelatî jî di vê mijarê hesas bin û tedbîrên pêwîst werbigirin.”

Zêdetir bixwîne

07:52

Hejmara qurbaniyan gihişt 20 kesan

-

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama erdheja li Bakurê Kurdistanê Kurdistanê hejmara qurbaniyan gihişt 20 kesan û herwiha 1015 kes jî birîndar bûne. Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê gelek kes di bin avahiyên hilweşiyayî de mane.

Peyamnêrê Rûdawê li Xarpêtê, Alî Haydar Gozlu, ragihand ku di encama erdheja bi 6.8 pileya rîxterê ku navenda wê qezaya Sîvrîce bûye, li navenda bajarê Xarpêtê hejmarek ji avahiyan bi temamî hilweşiyane.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, li taxa Sursuru 3 avahiyên 5 qatî, li taxa Mustafa Paşa jî 2 avahiyên 5 qatî hilweşiyan û termê 4 kesan ji bin wan avahiyan hatin derxistin.

Herwiha li gor zanyariyên peyamnêrê me hejmareke din a xelkê din bin wan avahiyan de mane û tîmên hawarçûnê hewl didin xwe bigihîninê.

Li aliyê din xelkê Xarpêtê bi dirêjiya şevê li kolanan bûn ku asta germahiyê ketiye heta 12 pileyan bo jêr sifrê.

Li bajarên Amed, Dêrsim û Çewlîgê jî hejmareke xelkê bo ku xwe bigîhinîn kesûkarên xwe li Xarpêtê ketin ser rê.

Suleyman Soylu, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê aşkere kir ku li Xarpêtê 16 û li Meletiyê jî 4, bi giştî 20 kesan di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane.

Fahrettîn Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê jî aşkere kir ku nêzî 30 hemwelatî jî di bin avahiyên hilweşiyayî de mane û got, “Dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.”

Rêveberiya Rewşên Awarte (AFAD) jî diyar kir ku di encama erdhejê de li bajarên Xarpêt, Meletî, Amed, Semsûr, Êlih, Mereş û Rihayê bi giştî 1015 kes birîndar bûne.

Her li gor zanyariyên AFADê jibilî erdheja bi 6.8 pileya rîxterê, 11 erdhejên din jî li wê navçeyê rû dane ku pileya wan li jorî 4 e.

Zêdetir bixwîne

00:44

Erdogan: Hemû tedbîr tên wergirtin

Recep Tayyîp Erdogan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê erdheja li Xarpetê daxuyaniyek li ser hesaba xwe ya Twîtterê belav kir.

Erdogan aşkere kir ku ji bo çêbûna kêmtirîn ziyanê û parastina hemwelatiyan, hemû dam û dezgehên peywendîdar tedbîrênx we wergirtine û di amadebaşiyê de ne.

Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê kir ku wan wezaretên navxwe, jîngeh û bajarvanî û  tendirustiyê bo wê navçeya ku erdhejê lê rû da veguhastine.

Erdheja bi pileya 6.8 li Xarpetê bandor li hejmareke zêde ya bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û herwiha bajarên Başur û Rojavayê Kurdistanê kir.

Zêdetir bixwîne

00:30

Li 2 bajaran 14 kesan canê xwe ji dest dan

-

Rêveberiya Rewşên Awarte (AFAD) daxuyaniyek derbarê hejmara qurbaniyên erdhejê de belav kir û ragihand ku li 2 bajaran bi giştî 14 kesan canê xwe ji dest dane û 57 kes jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya AFADê di encama erdheja bi pileya 6.8 de li Xarpêtê 8 kesan canê xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndar bûne.

Herwiha li gor heman daxuyaniyê li bajarê Meletiyê jî 6 hemwelatiyan canê xwe ji dest dane û 45 kes jî birîndar bûne.

 

Zêdetir bixwîne

00:10

Kiliçdaroglu ji ber erdhejê ferman da şaredariyên CHPê

-

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, derbarê erdheja li Bakurê Kurdistanê peyamek belav kir.

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, li ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyaniyek derbarê erdheja li Xarpetê ku bandor li bajarên din ên Bakur û herwiha bajarên Başur û Rojavayê Kurdistanê jî kir, belav kir.

Kemal Kiliçdaroglu di daxuyaniya xwe de hevxemiya xwe anî ziman ji ber qurbaniyan û herwiha hêviyên xwe derbirîn ku hejmara qurbaniyan zêde nebe.

Li aliyê din, Seyît Torun, Cîgirê Serokê CHPê jî di daxuyaniyekê aşkere kir ku Kemal Kiliçdaroglu ferman daye şaredariyên CHPê ku tîmên hawarçûnê û alîkariyan bigihînin navçeya erdhejê.

Zêdetir bixwîne

23:30

AFAD: 6 kesan canê xwe ji dest dane

-

Rêveberiya Rewşên Awarte  (AFAD) ragihand ku 6  kesan di encama erdheja Xarpêtê de canê xwe ji dest dane.

AFADê daxuyaniyek derbarê erdheja li Xarpêta Bakurê Kurdistanê de belav kir. Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin ku tîmên ser bi wê rêveberiyê ve ji 28 bajaran bo cihê erdhejê hatine veguhastin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku ji depoyên li 8 bajaran 1689 kon, 1656 cih û 9 hezar û 2000 betanî bo navçeya erdhejê hatine veguhastin.

Zêdetir bixwîne

21:35

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê: 4 kesan canê xwe ji dest dan

-

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê erdhejê de ragihand ku heta niha li gor zanyariyên gihiştine ber destê wan 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Suleyman Soylu herwiha ragihand ku 2 kes jî birîndar bûne.

Suleyman Soylu got,  “Li gor zanyariyên me li Sîvrîceyê 4-5 xanî rûxiyane” û ragihand ku zanyarî hene  li gundên wê navçeyê hinek xanî hilweşiyane.

Zêdetir bixwîne

21:15

Li Bakurê Kurdistanê erdhej: Hejmara qurbaniyan zêde dibe

Beşek ji avahiyan di encama erdhejê de hilweşiyan
Beşek ji avahiyan di encama erdhejê de hilweşiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê erdhejeke tund rû da ku li bajarên Başur û Rojavayê Kurdistanê jî hest pê hat kirin.

Li gor zanyariyên berdest li bajarê Xarpêt ê Bakurê Kurdistanê demjimêr 20.55 erdhejekê rû da bi 6.8 pileya rîxterê.

Her li gor zanyariyên destpêkê kurahiya wê erdhejê 10 kîlometre li jêr erdê bûye û herwiha piştî wê erdhejeke din jî li heman navçeyê bi 5.4 pileya rîxterê rû da.

Navenda wê erdhejê, navçeya Sîvrîce bûye ser bi Xarpêtê ve ku 31 kîlometran dikeve başurê wî bajarê Bakurê Kurdistanê.

Herwiha erdhejê bandor li ser bajarên Amed, Mêrdîn, Meletî, Çewlîg, Sêrt, Meraş û Êlihê û herwiha bajarên Tirkiyê, Samsun, Çorum, Trabzon, Ordu, Gîresun û Hetayê jî kir.

Jibilî bajarên Bakur û Tirkiyê, li bajarên sînorî yên Başur û Rojavayê Kurdistanê jî hest bi wê erdhejê hat kirin.

Li aliyê din li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, li navenda bajarê Xarpetê 5 xanî û li navçeya Sîvrîceyê jî 15 xanî hilweşiyane.

 

Zêdetir bixwîne