Zanyariyên nû li ser bombebarana Dêrelokê; Hejmara qurbaniyan zêde bû

Duhok (Rûdaw) – Di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê bo ser gundê Zelî yê girêdayî bajarokê Dêrelokê de, çar kesan canê xwe ji dest dane, lê belê hêj termên du kesan nehatine dîtin. Herwiha du kesên din jî hêj winda ne û çarenivîsa wan nayê zanîn.

 

Roja çarşembiyê saet 13:00ê nîvro balafirên şer ên Tirkiyê gundê Zelê û çend cihên din ên devera Nihêlê ya ser bi bajarokê Dêrelok a li navçeya Amêdiyê bombebaran kirin. Şeva bihorî  di derengiya şevê de zanyarî li ser encama bombebaranê hatibû ragihandin û hatibû diyarkirin, ku di bombebaranê de 2 kesan canê xwe ji dest dane, lê li gor zanyariyên herî dawîn, du kesên din jî ku xort in, di heman bombebaranê de canê xwe ji dest dane.

 

Ew kesên ku di bomebarana balafirên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, xelkê Dêrelok û Şêladzê ne. Ji ber dûrî û asêbûn û zehmetiya navçeyê, şeva bihorî termê du kesan hatin dîtin. Şeva bihorî bi dehen kesên xelkê navçeyê bi pêyan ber bi cihê bûyerê û ber bi Geliyê Reşave ve çûn.

 

Akinciyê Dêrelokê, Îdrîs Rêkanî li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Ew cihê ku hatiye bombebarankirin, rêya otomobîlê lê nîne. Nêzîkî du demjimêran bi pêyan ji Dêrelokê dûr e. Em demjimêr 12ê şev gihîştin cihê bûyerê. Ji ber dijwariya bombebaranê, termên du kesan diyar nînin.”

 

Îdrîs Rêkanî herwiha got: “Çar ji wan xortan xizmên hev in, du ji wan pêşmerge ne. Bi sedema nebûna kar û bi neçarî çûbûne nêçîra masiyan, lis er rûbarê Zêyê Mezin.”

 

Berpirsê Navçeya PDKê li Dêrelokê, Mihemed Selîm Nêrweyî jî ji Rûdawê re da xuyakirin, “termên du ji wan xortan, ên bi navê Azad Şahîn û Wehîd Baqî bo bajarokê Dêrelokê hatine veguhastin û bi axê hatine spartin, lê belê termên Rêdar Mihemed Tahir û Azad Mecîd hêj nehatine dîtin.”

 

Mihemed Nêrweyî diyar kir: “Du xortên din jî çarenûsa wan hêj ne xuya ye, lê belê hêj nayê zanîn, ku ber bombebaranê ketine yan birîndar bûne, yan jî xwe veşartine.”

 

Rêveberê Bajarokê Dêrelokê, Samî Oşane jî ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha termê du kesan gihîştine Dêrelokê, hêj çarenûsa ewên din ne xuya ye. Îro kesûkarên wan çûne cihê bûyerê û em jî li bendê ne, bizanin ka çi hatiye serê wan.”

 

Endamê Fraksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê, Mela Îhsan Rêkanî di merasîma veşartina termên wan du xortan de ragihand: “Em weke Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê dilgiran in, berî her tiştî me ew bombebaran şermezar kiriye û em bi tundî wan karên terorîstî şermezar diin. Em hêvî dikin, her kesek ku dibe sedema kuştina xlekê sivîl, ji navçeyê dûr bikeve. Em daxwaz dikin ku şerê xwe bibin cihê xwe, daku xelkê me li vê navçeyê nabin qurbanî.”

 

Mela Îhsan rêkanî herwiha got: “Ev ne cara yekem e, di heyama salekê de 18 kes li vir bûne qurbanî. Sê kesên din jî bi destê PKKê canê xwe ji dest dane, yanî 21 kes. Weke Fraksyona PDKê em bi tundî wan karan şermezar dikin û em daxwaz dikin, sînorek ji bo wan karan bê danîn û êdî xelkê me yê sivîl nebe qurbaniyê milmilmaniyên navbera partiyekê û dewletkê. Xelkê me bê desthilat e û em hêvîdarin ku kes destdirêjiyê neke ser wî xelkî.”

 

Berpirsê Liqa 18 a PDKê li Amêdiyê, Omer Oreyî jî ji Rûdawê re da xuyakirin: “Ev bû çendemîn car ku karesateke bi vî awayî lis er destê artêşa Tirkiyê li vê deverê çê dibe, heta niha jî li gel wan du şehîdan, hejmara wan dibe 16 qurbanî.”