Li Urmiyê bûyereke karesat; Agir bi 3 otomobîlan ket û 2 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Di bûyereke trafîkê de li ser rêya navbera navçeyên Şino û Nexede yên ser bi parêzgeha Urmiyê ve, du kesan canê xwe ji dest dan.

 

Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê û li ser rêya navbera herdu navçeyên Şino û Nexedeyê, roja Çarşembiyê bûyereke trafîkê çê bû. Li gor agahiyan, di bûyerê de 3 otomobîl li hev ketin û di encamê de agir berbû otomobîlan û du kesan canê xwe ji dest dan.

 

Berpirsê Hevya Sor a Şinoyê, Fexredîn Mam Elî di derbarê bûyerê de ragihandiye: Ev bûyera trafîkê li nêzîkî gundê Gund Wîla û di encama bihevketina sê otomobîlan de çê bûye.

 

Fexredîn Mam Elî diyar kir, bûyer bi qasekî dijwar bûye ku agir bi her sê otomobîlan ketiye û di encamê de 2 kesan di nava otomobîlên xwe de û ji ber şewatê canê xwe ji dest dane.

 

Di bûyerê de herwiha kesek jî birîndar bûye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

 

Berpirsê Heyva Sor a Şinoyê herwiha derbarê sedema bûyerê de daye xuyakirin,  du otomobîlan bi awayekê hevdem xwestine pêş otomobîleke li pêşiya xwe bikevin, û ji ber ku ajovanan kontrola otomobîlên xwe ji dest dane, bûyer çê bûye.

 

Salane bi sedan kes ji ber xirabiya rêyên sereke yên navbera bajarên Rojhilatê Kurdistanê, di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest didin.