Nêçîrvan Barzanî û Ebadî li ser hinardekirina petrolê gotûbêj kirin

24-01-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Iraq Heyder Ebadî Lûtkeya Davos
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di civîna navbera Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de gotûbêj li mijarên weke petrol û pirsgirêkên têkildarî wê hatiye kirin û biryar hatiye dank u her du wezaretên Petrola Iraqê û Çackaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina çawaniya hinardekirina petrolê civîneke taybet saz bikin.

 

Îro Çarşemî 24ê Çileya 2018an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Davosê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re civiya.

 

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û şanda Kurdistanê jî amade bû, “pêşhat û geşedanên dawî yên gotûbêjên komîteyên her du aliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê” hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser “berdewambûna karê komîteyan bi armanca çareserkirina pirsgirêkan” hat kirin.

 

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku di civînê de her du aliyan “tekezî li ser pabendbûna xwe bi diyalogê û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha Destûra Iraqê” jî kirin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha ragihandiye, di beşeke din a vê civînê de “behsa mijara petrolê û pirsgirêkên têkildarî wê sektorê hat kirin û biryar hat dan, ku her du aliyên Wezareta Petrola Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê civîneke taybet li ser çawaniya hinardekirina wê petrolê pêk bînin, ku demek e hinardekirina wê hatiye rawestandin û rêkevtinekê di vê derbarê de bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst