Ednan Muftî: Di destpêka meha Adarê de kongreya YNKê dê were kirin

Silêmanî (Rûdaw) – Encumena Serkirdetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piştî sê mehan, bi serperiştiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl civiya, lê rojeva civînê vekirî hate hiştin û roja pêncşemê ji bo diyarkirina dema kongreyê, YNK dê cardin civînek pêk bîne.

 

Endamê Serkirdetiya YNKê Ednan Muftî piştî civînê diyar kir ku rojeva civînê vekirî hatiye hiştin û ji bo biryara destnîşankirina dema pêkanîna kongreyê dê roja pêncşemê saet 12:00an careke din bicivin.

 

Edana Muftî aşkere kir ku di civînê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku kongre di destpêka meha Adarê de were kirin û herwiha li ser berfirehkirina komîteya amadekariyê û çawaniya birêveçûna karên YNKê biryar hatiye dayîn.

 

Li ser diyarkirina destpêka meha Adarê biryara dawîn nehatiye dayîn, di derbarê vê mijarê de Muftî destnîşan kir: “Divê ji bo vê mijarê em li gel Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê bişêwirin, çimku pêşniyareke din heye, ew jî komîteya amadekariya kongreyê ye ku beriya nêzîkî du salan bû hatiye destnîşankirin û ji 3 kesan pêk hatiye, divê ew komîte were berfirehkirin û karên xwe temam bike. Di heman demê de jî pêşniyarek heye ji bo wê yekê ku li gel biryara dawîn a civînê, komîteya serkirdetiyê biguncîne, herwiha erkê birêvebirina YNKê yê wê komîteyê hebe heta pêkanîna kongreyê.”

 

Pêştir Endamê Encumena Serkirdetiya YNKê Heme Hemeseîd ji Rûdawê re aşkerekiribû, wisa tê payîn ku di civîna çarşemê de endamên serkirdetiyê 11 endam ji bo rêvebirina YNKê hilbijêrin, ev jî piştî wê yekê ye ku di civîna wan a berê de biryara hilweşandina polîtburoya siyasî hatibû dayîn.

 

Civîna herî dawî ya serkirdetiya YNKê di 4ê Mijdara 2017an de hatibû kirin, ji wê demê heta niha çend car hewl dan ku civîna serkirdetiya YNKê pêk bînin. Lê ji ber pirsgirêkên navxweyî yên wê partiyê bi ser neketin.