Artêşa Tirk topbaran dike û HSD bersiv dide

24-01-2018
RÛDAW
Wenê: arşîv
Wenê: arşîv
Nîşan Efrîn Êriş Tirkiye Operasyon HSD YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva sêşembê û heta serê sibeha çarşembê balafir û topxaneyên artêşa Tirkiyê bi tundî çend gund û bajarokên cuda li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran û topbaran kirin.


Ji devera Cindirêsê çalakvanê siyasî Merwan Henan ji Rûdawê re da zanîn ku roja sêşembê, balafirên Tirkiyê otomobîlek li nav bajarê Cindirêsê kirine armanc û di encama bombebaranê de jineke di penageheke jêrzemînê de bûye qurbanî.


Li gorî Merwan Henan, di heman rojê de ji ber bombebaranê li ser riya Rifetiyên 2 zarok û 2 jin bûne qurbanî.


Topxaneya Tirkiyê her wiha bajarokê Şiyê û her du gundên Anqelê û Senarê ku ser bi wî bajarokî ne kirin armanc. Di encam de zerar û ziyan gihaştiye 10 malan li Anqelê û 5 malan jî li gundê Senarê.


Li devera Reco jî topxaneyên artêşa Tirkiyê bi tundî gundên derdora bajarokê Reco topbaran kirin. Çalakvan Remedan Elemdar ji devera Reco ji Rûdawê re got ku 2 top li navenda bajarokê Recoyê ketine.


Li gorî Remedam Elemdar, gule topan tenê zerar û ziyanên madî li şûn xwe hiştine. Elemdar herwiha da zanîn ku çekdarên opozisyona Sûriyê êrîşeke mezin anîbûn ser her du gundên Emara û gundê Xelîl.


Bi gotina Elemdar, hêzên HSDê bi tundî bersiva êrîşê dan û di encama şerekî giran de, ew êrîş hatiye têkşikandin û grûpên çekdar çend kuştî û dîl li şûn xwe hiştine.


Piştî 5 rojan ji bombebaran û topbarana berfireh û êrîşên bejahî ji çendîn eniyên hawîrdorê herêma Efrînê ve, çavkaniyên ser bi hikûmeta Tirkiyê behsa kontrolkirina çend gundên Efrînê dikin, lê çavkaniyên meydanî ji deverên cuda cuda ji herêma Efrînê ji Rûdawê re tekez dikin ku heta niha hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ti pêşketin bi dest nexistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst