Operasyonên li dijî MLKP û TIKKOyê berdewam in

Navenda Nûçeyan - Hêzên artêşa Tirkiyê li ajarê Dersimê yê Bakurê Kurdistanê li dijî rêxistinên çepgir ên Partiya Komînîst Lenînîst Marksîst (MLKP) û Artêşa Rizgarirya Gundî û Karkerên Tirkiyê (TIKKO) operasyonekî berfireh encam dan û 10 endamên wan rêxistinan girtin.


Di çarçoveya operasyonekî hemwext de li navçeyên Pulur, Xozat û Çemîşgezekê yên Dersimê ku li dijî rêxistinên Partiya Marksîst Komînîst Lenînîst û herwiha Artêşa Rizgariya Gundî û Karkerên Tirkiyê hatin encamdan, 10 endamên herdu rêxistinan hatine girtin.


Her deh endamên hatine girtin ji bo dadgehê hatine veguhestin.


Herwiha hêzên Jendirme yên Tirkiyê ragihandin ew 10 kes bi tometa dabînkirina maliyê û çekdaran ji bo wan rêxistinan hatine girtin û operasyonên wan ên li wan hersê navçeyan hê jî berdewam in.