HEWLÊR - Neteweyên Yekbûyî navendeke xizmetguzarî bo penaberan vekir

24-01-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo alîkarîkirina penaberan, Netewên Yekbûyî navendeke xizmetguzarî li Hewlêrê vekir.

Netewên Yekbûyî ji bo alîkariya penaberan navendeke ya xizmetgugariyê li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê vekir û bi wê yeke êdî penaber dikarin bi rêya telefonê pêwendiyê xwe bi wê dezgehê re çêkin.

Nûnerê Komîseriya Bilind aa Penaberan di neteweyn Yekbûyî de li Iraqê di derbarê vekirina wê navendê de ji Rûdawê re ragihand, 3 milyon penaber û koçber li Iraqê hene û nîvê wan li Herêma Kurdistanê dijîn û dê ev navend ji wan re bibe alîkar.

Heger daxwazek an jî pirsek a penaberan hebe ew dikarin bi rêya telefonê dezgeha xizmetguzariya Neteweyên Yekbûyî agahdar bikin û alîkariyê ji wê bixwazin.

Ev navenda Neteweyên Yekbûyî dê 24 saetan vekirî be û karmendên taybet ji bo bersivdayîna penaberan hatine destnîşankirin.

Hejmara telofona wê dezgeha alîkariya bo penaberan ev e: 800 69 99

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst